Di kabîneya nû de, Êzdî çar postan werdigirin

Çavkanîyekî ji Bingeha Laliş a ragehand, di kanîneya nû ya hikumeta Hrêmê de,Êzdî çar postan werdigirin.

K24- Hewlêr

Çavkanîyekî ji Bingeha Laliş a ragehand, di kanîneya nû ya hikumeta Hrêmê de,Êzdî çar postan werdigirin.

Ewî çavkanî taybet bi Kurdistan24 ragehand: Di kabînya nû de postên Êzdîyan birîkareke wezîr dibe, herweha Şêx Şamo, posta Şîretmendê serok wezîran bo karûbarên Êzdîyan û  Mehma Xelîl şîretmendê Perlemana Kurdistanê bo karûbarên Êzdîyan werdigirin.

Li ser posta çarê jî, wî çavkanî zelal kir ku posta çarê, rêveberê giştî yê karûbarên Êzdîyane di wezareta Ewqafê de.

Çaverê tê kirin, kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, di dema yasayî ya xwe de û di çend rojên dahatî de ji alîyê Mesrûr Barzanî ve hikumeta nû bihê pêkanîn.