Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li Necmedîn Kerîm kir
K24- Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir li Dr. Necmedîn Kerîm parêzgarê yasayî yê Kerkûkê. Di wê dîdarê de Necmedîn Kerîm bi boneya hilbijartin û destbikarbûnê wek serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.
Evro Yekşembîyê, 16/6/2019 li Hewlêrê dîdara di navbera serokê Herêma Kurdistanê û Necmedîn Kerîm birêveçû. Parêzgarê yasayî yê Kerkûkî hêvîya serkevtinê bo serokê Herêma Kurdistanê xwazt di kar û erkê wî yên nû de. Ji alîyê xwe ve jî Nêçîrvan Barzanî supasyî wî kir bo wê serdanê û pîrozbahîyê.
Piştî ku şeva burî, vegerîya Herêma Kurdistanê, çavkenîyek ji nivîsngeha wî bi Kurdistan24 ragehand: Necmedîn vegerîya Hewlêrê û karên xwe bi rê dike.
Ragehand jî, tevaya ew nûçeyên behsa girtina wî dikin dûrin ji rastîyê.
Berê pişkek ji mêdyayên Herêma Kurdistan û Îraqê belavkiribûn ku Necmedîn Kerîm li ser sikalaya Îraqê ji alîyê polîsê interpolê li Lubnanê hatîye desteserkirin û biryare jî radestê Îraqê bihê kirin.