Îran daxwaza alîkariyê ji Ewropa dike

Medya fermî ya Îranê: Wezîrên derve yên Birîtanya û Nerwic ragihandine, ku ewê pêbendî rêketina etomî bin û pêwendiyên xwe yên abûrî û barizganî li gel Taranê berdewam bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, di pêwendiyên telefonî de li gel Wezîrên Derve yên Birîtanya û Nerwicê, daxwaz ji wan welatan kir, ku pêbendî rêketina etomî bin û beramberî sizayên Amerîka, yên ku duh 5ê Mijdarê li ser Îranê hatin sepandin, piştevaniya Taranê bikin.

Li gorî medya fermî ya Îranê, wezîrên derve yên Birîtanya û Nerwic ragihandine, ku ewê pêbendî rêketina etomî bin û pêwendiyên xwe yên abûrî û barizganî li gel Taranê berdewam bikin.

Piştî vekişîna Amerîka ji rêketina etomî, Îran berdewam daxwazê ji welatên Ewropa dike, ku pêbendî wê rêketinê bimînin.

Îro jî nûnerê Îranê di Netewên Yekgirtî de Xulam Elî Xuşrû ragihand, ku dorpêçên Amerîka li ser welatê wî tekalî û neyasayî ne û daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî kir, ku dorpêç û sizayên Amerîkî ji ser Îranê rakin.

Xulam Elî Xuşrû di nameya xwe de ji Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonyo Goteres re ragihand, ku biryarên Amerîka ji derveyî yasayên navdewletî ne û pêwîst e Netewên Yekgirtî li dijî wan sizayan raweste.

N.O