Mesrûr Barzanî: Me çendîn bijarte pêşkeşkirîne bo çareserkirina arîşeyan li gel Bexdayê

Evro Çarşembîyê, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Matiyo Tuler, balyozê Emerîkayê li Îraqê kir.

K24- Hewlêr

Evro Çarşembîyê, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Matiyo Tuler, balyozê Emerîkayê li Îraqê kir.

Di dîdarê de balyozê Emerîkayê amaje bi wê yekê kir, Ku Emerîka piştîvanîyê li danûstandin û ji hev nêzîkbûna Herêma Kurdistanê û Hikumeta Îraqa Fedral dike.

Got jî:  Hest dikîn pêşkevtin di piroseya danûstandinan de heye.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê xuya kir ku li ser çend astan gotûbîj li gel hikumeta Îraqê berdewame û Me çendîn bijarte jî xistîne berçavan bi awayekê ku destûr binemaya sereke ya çareserkirina arîşeyan be.