Li Besreyê dîsa alozî

Ligor zanyariyên ji deverê, Hêzên Ewleyiyê bi çek bersîva xwepêşandaran li Besre dan, ku xwestin dest deynin ser Parêzgeha Besreyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor zanyariyên ji deverê, Hêzên Ewleyiyê bi çek bersîva xwepêşandaran li Besre dan, ku xwestin dest deynin ser Parêzgeha Besreyê.

Liser encama bûyerê hîn agahdarî liser kuştî yan brîndaran nîn in. Lê, di girtevidyoyeyk ku hatî belavkirin de tê dîtin, çawa Hêzên Ewleyiyê xwepêşandarek desteser dikin.

Tê gotin ku, Xwepêşandaran bi keviran bersîva Hêzên Ewleyiyê dan e û gelek xwepêşander hatine desteser kirin.

Di nav kesên hatî desteserkirin de rojnamevan jî hene.

Di naverast a îsal de li Besreyê du mehan liser hevûdu xwepêşandan lidij siyaseta xizmetguzarî, avê, bêkarî û gendeliyê pêkhatibûn. Gelek mirov di encama van xwepêşandana de bûbûn qurbanî.

 

 

C.B