Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir

Roja pênçşem 15.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dominik Mass Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir.

K24- Hewlêr

Evro, Pênçşembîyê, 15.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dominik Mass Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, Konsolê Fransa ji bilî spasî pêşwazîkirina bi dawî hatina erkê xwe yê li Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand û li heman demî de jî pîrozbahiyên xwe bi boneya cejna Qurbanê û salvegera ji dayikbûna Serok Barzanî û damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê pêşkêşî Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe û Hikumeta Fransa derbirî ku di demên çend salên derbasbûyî de hevkar bûne û peywendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê jî bilind nirxand û spasî Hikumeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir ku xwedî helwest bûne û tu demekî vê helwest û hevkariyên gelê Kurdistanê ji bîr nakim û li her cîhek jî bim Kurdistanê ji bîr nakim.

Li beramber da Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku peywendiya dostaneya di navbera Kurdistan û Fransa peywist buye bi helwestên girîngên wî welatî beramber gelê Kurdistanê û tekez li ser berdewamî û pêşxistina dostayetiyê kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsol Dominik Mass li erkê wî yê nû da xwest.

Beşekî dinê hevdîtinê de pirsa çaresekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandin û tekez li ser diyalog û rêyên aştiyane kirin.