Nivîskarekê Kurd çû ber dilovanîya xuday
K24- Hewlêr
Serê sipêdeya evro, hilbestvan, nivîskar û rexnegir, Bekir Pişderî li bajarê Silêmanîyê çû ber dilovanîya xuday.
Di ragehandinek a liqa Silêmanîyê ya Yekêtîya Nivîskarên Kurd, belavkirîye: Demjmêr 6ê sipêde ya evro Çarşembîyê. 17/4/2019 hilbestvan û rexnegir, Ebûbekir Ehmed Qadir nasyayî bi Bekir Pişderî. Bi eger celteya dil li bajarê Silêmanîyê çû ber dilovanîya xuday.
Bekir Pişderî, li sala 1961 li nahye ya Hêro ya ser bi qeza Pişderê ve ji dayîk bûye. Derçûyê Amadeya Pîşesazî bûye, endamê Yekêtîya Nivîskarên Kurd bûye û hijmareka pertûkan çap kirîye di warê hilbest, nivîsîn û rexneya toreyî (wêjeyî). Herweha hijmareka hilbestên wî ji bûyne sitran