Rewşenbîrên Cizîrê darên zeytûnê ji bo Efrînê diçînin

Ji 5 meha sibatê ve Karwana Zeytûnê ku ji aliyê hejmarek ji endamên yekîtiyên nivîskar û rewşenbîrên Kurd ve ji bajarê Kobanê despê kir û 366 darên zeytûnan li herêma Kobanê çandin, gihişte bajarê Qamişlo û eger e ta bi çemê Diclê heman hejmara daran biçînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ji 5 meha sibatê ve Karwana Zeytûnê ku ji aliyê hejmarek ji endamên yekîtiyên nivîskar û rewşenbîrên Kurd ve ji bajarê Kobanê despê kir û 366 darên zeytûnan li herêma Kobanê çandin, gihişte bajarê Qamişlo û eger e ta bi çemê Diclê heman hejmara daran biçînin.

Li jêr vê diruşma “Karwana Zeytûnê” ku gihişte bajarê Qamişlo, dest bi çandina darên zeytûnan kir. Piştî ku endamên Karwana Zeytûnê 366 dar li herêmê Kobanê çandin, berê xwe dane devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê û dê heman hejmara daran li bajar û bajarokên deverê biçînin.

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm ji K24ê re got: “Me dixwest em nameyekê bighînin dijimin ku çiqasî ew darên Efrînê qut dikin, ta koka kurdan ji holê rakin, ji ber dara zeytûnê nêzî 5500 salî dimîne, em jî bi çandina van daran nameya xwe digîhinin wan kesan ku Efrîn wê şîn bimîne û ti kes nikare Kurdan ji kokê rake.”

Hejmarek ji yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran di karwanê zeytûnê de beşdar in. Endamên karwanê dibêjin ku ev karê tê kirin, simboleke ji bo Efrîna birîndar û dê darên zeytûnan li gulîstan, dibistan û gorîstanên şehîdan bêne çandin,herweha û ji bo belavkirina çanda çandiniya daran, hijmarek ji darên zeytûnan dê li hin malan bêne belav kirin.

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriyê Zibêr Zeynal dibêje: “Ew kesên ku bi artêşa Tirkiyê re derbasî Efrînê bûn û darên zeytûnan ku temenê hin daran dighêje zêdeyî 150 salî û ji bo guherîna demografî wan qut dikin, em jî li beramberî wan van darên pîroz diçînin.”

Bi boneya bîranîna yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê, Karwana Zeytûnê di bin diruşmeya “Emê ji nû ve Efrînê gul vedin” ji herêma Kobanê despê kir û 366 darên zeytûnan li gorî hejmara gundên Efrînê çandin. Karwana Zeytûnê ku eger e di vê kampînê de nêzî 750 darên zeytûnan biçînin, li devera aliyan ta bi çemê Diclê kampîna wan dê bi dawî dibe.