Dubare avakirina Sûriyê çiqas pêkan e?

Ji bo ku li Sûriya ev 8 sal zêdetir e şer heye, aramî serdest be û rêyên çaresiya siyasî bên peydakirin çalaki tên lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo ku li Sûriya ev 8 sal zêdetir e şer heye, aramî serdest be û rêyên çaresiya siyasî bên peydakirin çalaki tên lidarxistin. Li Tirkiyê jî di vê çarçoveyê de konferanseke navneteweyî hate sazkirin. Pisporên ku ji zankoyên Tirkiyê û welatên Sûriye, Çîn û Teyvanê beşdar bûn li ser zehmetî û fersendên li pêşiya çareseriyek siyasî bo Sûriyê nêrînên xwe parvekirin. Hin pispor dibêjin li pêşiya çareseriyê astengiyên kurewî û herêmî hene. Lê hin alî jî dibêjin gelek fresend hene bo çereseriyê.

Li Sûriyê ku ev nêzîkê 8 sal zêdetir e şerê navxweyî berdewam dike ji bilî devera Idlibê û derdora wê hema hema êdî şer bi dawî dibe. Ji ber vê çendê jî ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê jî hewl têne dayîn. Li ser vê mijarê li Enqera payrexta Tirkiyê bi sernavê "Ji nû ve avakirina Sûriyê de zehmetî û fersendên ber dest" konferanseke navneteweyî hate lidarxistin. Ji Tirkiye, Sûriye,Tayvan û Çînê pispor beşdarî vê konferansê bûn.

Di destpêka konferansê de li ser zehmetiyên li pêşiya çareseriyeke siyasî bo Sûriyê axaftin hatin kirin. Li ser vê mijarê pisporê Sûriyeyî Dr. Sinan Hatahet ku niha li Tirkiyê dijî diyar kir ligel gemaroyên Amerîka û Yekîtya Ewropayê gelek zehmetiyên herêmî jî hene ku ji nû ve avakirina Sûriyê de dibine asteng.

Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Sinan Hatahet ji K24ê re got: “Li Sûriyê ji bo ji nû ve avakirinê astegniya herî mezin gemaroyên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ne. Ligel vê yekê hêzên global yên li Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, çareseriyê naxwazin. Herwiha Kurdên li Sûriyê jî di nava xwe de bûne du beş ENKS û PYD û kîjan alî wek muxatap dê bê dîtin ne diyar e. Ligel vê yekê rêveberî û aborîya Sûriyê jî temamî têk çûye. Ji ber van sedeman ji nû ve avakirin zehmet e.”

Beramberi vê yekê bi boçûna pisporê Ewlekariyê Murat Aslan jî ku di konferansê de li ser fersendên ber dest yên di avakirina Sûriyê de axaftin kir, niha hemû gelê Sûriyê benda çareserî û aramiyê ne û ev bendevarî dê çareseriyê bîne.

Dr. Murat Aslan diyar kir: “Fersend her gav hene. Niha gelê Sûriyê û penaberên Sûrî yên derve di nava zehmetî û neçariyeke mezin de ne û aramiyê dixwazin. Rejîma Esad û Amerîka jî hemberî vê daxwaza gel bêdeng namîn. Neçarî dê guh bidin dengê gel. Ligel vê yekê Tirkiye, Rûsya û Îran hewla çareseriyê didin. Niha bingeha yaseya nû ya Sûriyê jî tê avakirin. Ev hemû hewl fersendên mezinin bo ji bû ve avakirina Sûriyê."

Ji bo ku şerê navxweyî yê Sûriyê bi temamî bi dawî bibe Bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî, Amerîka Tirkiye, Rûsya, Îran Çin, İngiltere ve Fransa û Rejîma Sûriyê de lûtkeyên Cinêvê, Di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de hevdîtinên Astanayê û taybetî jî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de rêkeftina Soçî hatiye îmzekirin. Lê belê hêj jî ji bo ku Sûriye ji nû ve bê avakirin çareseriyeke siyasî nehatiye peydakirin.