PYD bersiva daxuyaniya Beşar Esed dide

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro di hevdîtinekê bi kenala RT re gotibû, PYD û Amerîka petrola Sûriyê dibin derveyî Sûriyê. Herwiha gotibû, PYDê bihane da Tirkiyê ku êrîşî bakurê Sûriyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro di hevdîtinekê bi kenala RT re gotibû, PYD û Amerîka petrola Sûriyê dibin derveyî Sûriyê. Herwiha gotibû, PYDê bihane da Tirkiyê ku êrîşî bakurê Sûriyê bike.

Li ser vê daxuyaniya Serokê Sûriyê, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed da.

PYDê di daxuyaniya xwe de got: PYDê ji sala 2011an hêza siyasî ya herî zêde ye ku banga çareseriya Sûrî - Sûrî kiriye. Herwiha berê û niha jî li dijî destêwedana derveyî ye, lê hikumeta Sûriyê bi siyasetên xwe yên çewisandinê berdewam kir û xwe ji çareseriyên siyasî û demokratîk dûr xist.

Herwiha PYD di daxuyaniya xwe de dibêje: Diviyabû rejîma Sûriyê medalya rûmetê pêkêşî her şervanekê HSDê û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribane, ji ber serkeftinên wê yên li dijî dijminan bi dest xistin. Daxuyaniyên Esed yekitiya me ya li dijî dagîrkeriya Tirk lewaz dike.

PYD dibêje: Ev daxuyaniyên şofanîst bûn sedema sereke ku rewşa Sûriyê ya niha, xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê neke û xizmeta dijminê Sûriyê û destêwerdana derve di Sûriyê de dike.

Di dawiya daxuyaniya PYDê de hatiye: Em bang li tevahiya gelê Sûriyê û hêzên siyasî di nav de hikumeta Sûriyê dikin ku destê xwe ji wan kiryar û daxuyaniyan berdin û em bi hev re kar bikin ji bo vedîtina çareseriyek demokratîk û adil.

 

S. B