PDK û YNK kar dikin daku posta parêzgarê Kerkûkê jî wek wezîrê Dad yek alî bikin

Piştî ku posat wezareta Dad a hikumeta Îraqê hat pirkirin, bi Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) başe çareserkirina posta parêzgarê Kerkûkê jî bi şêwaza çareserkirina posta wezîrê Dada Îraqê bihê bikaranîn.

K24- Hewlêr

Rêbwar Îsmayîl, cêgirê berpirsê Melbenda sê ya YNKyê li Hewlêrê, ew pêngav bi serkevtî dana û hêvî xwazt ew ezmûn bihê dûbarekirin bo Kerkûkê û tevaya arîşeyên di navbera PDKyê û YNKyê de.

Rêkkevtina PDK û YNKyê li ser posta wezîrê Dad karvedan bi dûv xwe re anîn û alîyên sîyasî bi destpêkeka baş û pêngaveka erênî dibînin bo çareserkirina posta parêzgarê Kerkûkê.