Tirkiyê xalên serbazî li gundewarên bajarê Serê Kanîyê ava dike
K24- Hewlêr
Tirkiyê xalên serbazî li gundewarên bajarê Serê Kanîyê ava dike.
Ajansa fermîya Sûriyê SANA belav kirîye, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên hevpeymanên wê, kelûpelên avakirina xalên serbazî vegeûhaztine gundên Enîq Elhewa, Xirbet Cemu û Mehmûdîye yên ser bi bajarokê Zirgan a Serê Kanîyê, daku xalên serbazî li wan gundan ava bikin.
Ji alîyê xwe ve, televizyona fermîya Sûriyê belav kirîye, artêşa Tirkiyê xaleke serbazî li gundê Tel Etşan a gundewarê Serê Kanîyê ava dike.
Roja 9ê/ Cotmeha ev sal, Tirkiyê dest bi operasyonekê kir li djî Hêzên Sûriya Demukrat û bajarên Serê Kanîyê û Girê Sipî û gundewarên wan bi kûrahya sîh kêlometran dagîr kir.