Çar Kurd berbijêrin bo helbijartina Perlemana Birîtanîyayê

Evro li Birîtanîya, helbijartina pêşdem a perlemana Birîtanîya birêve diçe bo yekalîkirina Brêgzit (derkevtina Birîtanîya ji Yekêtîya Ewrûpa).

K24- Hewlêr

Evro li Birîtanîya, helbijartina pêşdem a perlemana Birîtanîya birêve diçe bo yekalîkirina Brêgzit (derkevtina Birîtanîya ji Yekêtîya Ewrûpa).

Ji demjimêr 7:00 ê sipêdê bi dema Girînîtçê, sindûqên dengdanan bo dengderan dihêt vekirin û pirose yahelbijartinê destpêdike û heya demjimêr 10:00 şevê berdewam dibe.

Ji koma 67 milyon hevwelatîyên Birîtanîya, 46 milyonan mafê dengadanê hene. 3 hezar û 322 berbijêr berîkanê dikin bo bidestvehînana 650 kursêyên perlemana Birîtanîya.

Di evê helbijartinê de, 4 Kurd berbijêrin bo perlemana Birîtanîya ( Nedîm Zehawî, Îbrahîm Duguş, Feryal Kilark û Kawe Beheştî zade). Li gor pêşbînîyan rêjeya serkevtina Nedîm Zehawî %91, rêjeya derçûna Îbarhîm Duguş %55, Feryal Kilark %44 û Kawe Beheştî zade %40.

Nedîm Zehawî, bo carê dûyeme li ser Partîya Parêzgarên desthelatdar xwe kandîd dike, navbirî di helbijartina 2010ê de jî şîya serkevtî be û bibe perlemantarê Birîtanîyayê.

Îbrahîn Duguş li ser Partîya Kirêkarên opizisyonê xwe kandîd kirîye. Navbirî bo cara dûyê ye xwe berbijêr dike, lê li helbijarina 2010 nekarî serkevtî be û niha serokê şaredarîya Lambêrs e li Lendenê.

Feryal Kilark, li ser lîsta Partîya Kirêkarên û Kawe Beheştî Zade jî li ser lîsta Lîbralan, car yekêye xwe berbijêr dikin.