Nêçîrvan Barzanî: Alozbûna rewşê encamên çaverê nekirî û metirsîdar bo deverê nû cîhanê jê çî dibin

Her ji destpêkê ve bi hûrî çavdêrîya rewşê dikîn û bi nîgeranîyeke kûr ve li operasyona serbazîya rojhelata Furatê li Suriya dinerîn, bi taybet ku girûpên tundrew ên opezisyona Suriyê têde pişikdarin. Şer derî vedike bo kuştar, derbiderî, awarebûna xelkê sivîl û duristbûna naakincîyê li tevaya deverê û gef metirsîyên ser helvedan terorê jî ciddîtir û mezintir dike.

K24- Hewlêr

Me li Herêma Kurdistan û Îraqê qurbanîyeke mezin bo têkşikandana terorê daye û êş û azarên şer dîtîne, gelek bi nîgeranî û hestyarî ve li alozbûna rewşê û têkçûna aramîyê û nemana akincîyê dinerîn, ku derencamên çaverê nekirî û metirsîdar bo deverê û cîhanê jê çê dibe, lew jibona ragirtina şer û duristlkirina aramîyê di hewlên berdewam deyîne û bo hemû navbergirîyekê amadeyîne.

Şer û pêkdadan tenê alozî û metirsîyê li devrê zêde dike, destkevtên têkşikandina Daişê ji nav dibe û di berjewendî ya ti alîyekê de nabe, Lew daxwaz ji civaka nêvdewletî û Civata Asayîşê dikîn çareseryeke dadperwerane bo ayîndeya Suriyê vebîne, bi awayekê ku mafên hemû pêkhateyan têde parêztî be be û bi ciddî rola xwe bo ragirtina şer û vegerandina akincî, paraztina aştî, dîyalog û rêçareyên sîyasî bigêre û rê nehêt dan xelkê sivîl derbider û aware be.