Bi egera topabarana Îranê kiçeke 18 salî Şehîd bû li Sîdekan

Evro topxaneyê Komara Îslamîya Îranê, deverên sinûrî yên Biradostê topbaran kir û bi egera wê yekê jî kiçekea 18 salî şehçd bû û dû welatîyên din birîndar bûn.

K24- Soran

Evro topxaneyê Komara Îslamîya Îranê, deverên sinûrî yên Biradostê topbaran kir û bi egera wê yekê jî kiçekea 18 salî şehçd bû û dû welatîyên din birîndar bûn.

Kirmanc  Îzet, qaymeqamê qeza ya Soran bi Kurdistan24 ragehand:  Evro Komara Îslamîya Îranê, her yek ji  gundên Berbizîn, Dasinya, Telan, Bêqepoşik û Dustana toparan kir, di encam de kiçeke 18 salî bi navê Zeytûn Qadir şehîd bû û dû birayên wê jî bi navên Sîrwan Qadir, temen23 salî û Îsmayîl Qadir, temen 14 salî bi dijwarî birîndar bûne.

Kirmanc Izet amaje bi wê yekê jî da, ku ji bilî zîyanê canî, topbarana evro ya Îranê zîyan gehandîye rez û baxên welatî yên deverê.

Ji alîyek din ve Nnûçegihanê  Kurdistan24 li wê deverê ragehand: Hevdem  li gel topbarana Îranê bo devera Biradost , topxane yên Îranê çîyayê Kodo û sinûrên gundên Alane û Zînweyê li sinûrê bajaroka Hacî Omeran, ser bi qeza ya Çomanê topbaran kir, lê xweşbextane zîyanên canî nebûye.