Nusrayê di 8 rojan de 50 gund û bajarok kontrol kir

Desteya Tehrîr El-Şam (Nusraya berê) 8 roj in êrîş dike û zêdetir ji 50 gund û bajarok li başûrê Idlib û bakurê Hemayê ji destê grûpên din ên opozîsyonê kontrol dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tehrîr El-Şam (Nusraya berê) 8 roj in êrîş dike û zêdetir ji 50 gund û bajarok li başûrê Idlib û bakurê Hemayê ji destê grûpên din ên opozîsyonê kontrol dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Desteya Tehrîr El-Şam duhî êrîşî se deverên Cebhet Weteniya ya Tehrîr (Beriya Niştimanî ya Rizgarkirinê) kir û 19 gund û bajarok di navbera her du parêzgehên Idlib û Hemayê de kontrol kir.

Rewangehê da zanîn, di encama şerê 8 rojên bûrî de di navbera Desteya Tehrîr El-Şam û Cebhet Weteniya ya Tehrîr de zêdetir ji 140 çekdaran ji her du aliyan hatine kuştin û Desteya Tehrîr El-Şam zêdetir ji 50 gund û bajarokî kontrol kiriye.

Ji roja 1ê vê mehê ve şer û pevçûn di navbera Desteya Tehrîr El-Şam û grûpên di nava Cebhet Weteniya ya Tehrîr de li navçeyên di navbera Heleb û Idlibê de derket ku ji ber wî şerî grûpa Nûredîn Zenkî têk çû û piştre xwe hilweşand û çekdarên wê ber bi Efrînê reviyan.

Cebhet El-Nusra ku wek baskê Qaide li Sûriyê tê naskirin di meha Çileya 2017an de navê xwe bo (Desteya Tehrîr El-Şam) guhart. Tirkiye jî di Îlona 2018an de wek rêxistineke terorî binav kir.

 

S. B