Xwîner, çaverêne nivîskar ên Kurd bo wêje ya Kurdî berhem bidin

2 Nivîskar û xwînerên xwe, di roja îmzeyê de, berhev hatin. Nivîskar, ji eleqeya xwîneran razîne û radigihînin ku ew rexneyên xwîneran jî bi baldarî guhdarî dikin. Nivîskarên Kurd, balê dikşînin ku li bakûrê Kurdistanê, berhemên bi Tirkî zêdetir tên xwendin, lê rexneyên hişyariya Kurdî jî rexneyeka xwînera ye.

K24 - WAN

2 Nivîskar û xwînerên xwe, di roja îmzeyê de, berhev hatin. Nivîskar, ji eleqeya xwîneran razîne û radigihînin ku ew rexneyên xwîneran jî bi baldarî guhdarî dikin. Nivîskarên Kurd, balê dikşînin ku li bakûrê Kurdistanê, berhemên bi Tirkî zêdetir tên xwendin, lê rexneyên hişyariya Kurdî jî rexneyeka xwînera ye.

Nivîskarê Kurd Qahir Bateyî û Ertan Canan, li Wanê, ji bo berhemên xwe yên dawî roja îmzeyê lidarxistin û hem ji bo xwîneran pirtûk îmze kirin, hem jî bi xwîneran re sohbet kirin. Roja îmzeyê bi beşdariyeke baş derbas bû û ew baldarî jî nivîskaran kêfxweş kir.

Nivîskarê Kurd Qahir Bateyî ku pirtûka xwe ya Rêbera Axaftinê ya Sê Zimanî îmze kir ku wek nimuneyekiye û ragihand ku ew ji baldarî û eleqeya xwîneran gelek kêfxweş e. Bateyî da zanîn ku li başûrê Kurdistanê jî bertek ji bo pirtûkê erênî bûne.

Qahir Bateyî (Nivîskarê lêkolîner), got:"Me berê li başûrê Kurdistanê çêkir, niha jî li vê dere, duhî me li Geverê çêkir, îro jî li vê dere. Bi rastî eleqeyeke baş tê dîtin. Li Kurdistanê jî eleqeyeke baş hebû, Me bernameya yekem li Duhokê li saziya Yekitiya Nivîskarên Kurd çêkir û eleqederî baş bû, piştre me li Hewlêrê çêkir û her wiha me pêwendiyên raste rast bi welatiyên wê dere re peyda kir. Yanî hêviya ku me dikir derketiye holê û baş e"

Li roja îmzeyê, nivîskaran kurte agahiyan li ser pirtûkên xwe dan û ji xwînerên xwe jî rexne û pêşniyaran gûhdarî kirin. 

Ertan Canan jî pirtûka xwe ya bi navê 'Kayiplar Koprusu' yanî 'Pira Windayiya' ku li ser kesên di salên 1990'an li bakûrê Kurdistanê hatine revandin û windakirin nivîsiye îmze kir. Canan balê kişand ku pirtûka wî jî eleqeyeke baş dibîne, lê rexneya serekî ku li wî tê kirin jî bi Tirkî nivîsandina wî ye û tîne ziman ku ji ber Kurdî ya wî xurt nebûye wî bi Tirkî nivîsiye.

Ertan Canan (Nivîskar), got:"Nivîsandina vê pirtûkên bi qasî 10 sal wexta min girtiye. Teqrîben salekî jî xebatên ku wan di pirtûkê de berhev bînim kişand. Rexneyekî jî li min heye ku ew qas derd û êş hatine kêşan û ew çend bezrewî (windakirin) çêbûne, lê ku min pirtûkê bi zimanê Tirkî nivîsandiye ye. Dibêjin başbû ku pirtûkeke bi vî rengî wek berhemekî wêjeya Kurdî bihata dayîn."

 

Hat ragihandin ku dê rojên îmzeyê li bajêr û deverên cuda bidomîn. Piştî sohbet û îmzeya pirtûkan nivîskar û xwîneran, pêkve wêne kişandin û bername bi dawî hat.