PDK: Ev sal kongireyê encam didîn

K24- Civata Serkiradtîya Partîya Demokrata Kurdistanê, bi serperiştîya serok Mesûd Barzanî, evro, Şemîyê, 18/1/2020 civîya û di ragehandina dawîyê ya civînê amaje bi wê yekê hatîye kirin, ku biryar hatîye dan li sala 2020 Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) kongireya xwe encam bide.

K24- Hewlêr

Civata Serkiradtîya Partîya Demokrata Kurdistanê, bi serperiştîya serok Mesûd Barzanî, evro, Şemîyê, 18/1/2020 civîya û di ragehandina dawîyê ya civînê amaje bi wê yekê hatîye kirin, ku biryar hatîye dan li sala 2020 Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) kongireya xwe encam bide.

 Di ragehandina dawîyê, ya civîn a Civata Serkiradtîya PDKyê de,  amaje bi çar xalên serekîyên civînê hatîye dan.  Yek ji wan teweran, gengeşekirina biryara û rasparteyên civîna vê dawîyê ya Civata Nwênerên Îraqê bû ye, ku bi nerîna Civata serkirdatîya PDKyê (dûre ji binema û pirênsîpên serekî yên piştî herftina rijêmê li sala 2003yê dewleta Îraqê li ser hat damezirandin û avakirin, ku ew jî hevpişkî û tewafiq û hevsengî bû di hukimkirinê de bo tevaya pêkhateyên neteweyî, olî û pişikdarîkrina hemûyan di biryarên çarenûssaz de.

We di wê ragehandinê de hatîye, tewera Dûyem behsa wê yekê hatîye kirin ku rê nedin Îraq bibe qada yek alîkirina milmilanî ya wealtan.

Di civîna serkirdatîya PDKyê de, PDKyê piştîvanîya xwe tekez kirîye bo piroseya çaksazîya kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê.

Her di wê ragehandinên de hatîye, Civta Serkirdatîya PDKyê, pirsa encamdan kongireya 14emîn a PDKyê gênegeşe kirîye û têde hatîye: Bi sedema pêwîstîyê û xwe guncamdinê li gel rewşa niha ya Kurdistan û Îraqê, guretinên gelek bilez li hindur û derve û gur û tîneke zêdetir bibexşe organan, herweha li gor peyrewa nevxweyî, Civîna Civata serkirdatîya PDKyê biryar da li sala 2020ê kongire ya xwe encam bide û desthelata pêwîst jî da Mekteba Sîyasî daku gav û rêkarên pêwîst des pê bike.