Serok Barzanî û Jan Kubis pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Jan Kubis kir û di civînekê de pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Jan Kubis kir û di civînekê de pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Li gr malpera taybet a Serok Barzanî, di civînê de pêşhatên siyasiyên dawî yên li nav proseya siyasiya Iraqê û hengavên dirustkirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de hate nirxandin.

Her di wê civînê de, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî nêrîna rêxistina xwe ya di derbarê proseya siyasiya Iraqê ji bo Serok Barzanî xiste rû.

Gefa teror û çawayiya rûbirûbûna hizra tundî û terorê mijareke din a vê civînê bûn.

 

S. B