Xwenîşandana milyonî li Bexdayê destpêkir

Bi hezaran hevwelatî li tevaya deverên Bexdayê ber bi qada xwenîşandana milyonî çûn.

K24- Hewlêr

Bi hezaran hevwelatî li tevaya deverên Bexdayê ber bi qada xwenîşandana milyonî çûn.

Ev xwenîşandana evro li ser xwazta Mûqteda Sedir e, rêberê Rewta Sedir dihêt encamdan.

Sedir ragehand, di xwenîşandeka milyonî de mana hêzên Emerîkayê li Îraqê û bipîkirina serwerîya welatê me red dikîn.

 Şeva burî di peyameka nû de, Sedir daxwaz ji Îraqîyan kir, rê nedin ti keseke sîyasî pişikdarîyê di xwenîşandanê de bike.

 Daxwaz jî kir, ti alayek ji bilî alaya Îraqê nehêt heldan û bo ti kes nîne alayeke din helde.

Di beranber de, Balyozxane ya Emerîkayê gefa bikarhînana hêzê kirîye; heke xwenîşandan nêzîkî xalên balyozxaneyê bibin.

 Rewta Sedir, daxwaza derkirina hêzên bîyanî ji Îraqê û paraztina serwerîya axa Îraqê dike.

Girûpên ser bi (Berengarîya Îraqê- Miqaweme) piştîvanîya xwe bo xwenîşandanên evro derbirîn.