Geştiyarên Kurd çîroka êrîşa li Tirkiyê li wan hatiye kirin vedibêjin

Geştiyarên Kurd ên li Tirkiyê rastî êrîşê hatibûn, şeva bûrî gihîştin Herêma Kurdistanê û spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrî û hevkariya bi wan re kirine.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Geştiyarên Kurd ên li Tirkiyê rastî êrîşê hatibûn, şeva bûrî gihîştin Herêma Kurdistanê û spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrî û hevkariya bi wan re kirine.

Nêzîkî 60 geştiyarên Herêma Kurdistanê bi armanca geştkirinê serdana bajarê Tirabzona Tirkiyê kiribûn, lê ji ber hilgirtina ala Kurdistanê ji aliyê hejmarek kes ve rastî êrîşê hatin. 9 kes ji wan geştiyaran hatin desteserkirin û bi rasperdeyên Serokwezîrê Kurdistanê piştî çend demjimêran hatin azadkirin.

Yek ji geştiyarên Kurd ku li bajarê Tirabzona Tirkiyê rastî êrîşê hatibû Husnî Husên li ser wê bûyerê ji K24ê re ragihand, destpêkê me wêne bi ala Kurdistanê re digirt û xelkekî din jî hatin ji bo wêneyan bigirin, lê mirovekî bi temen axaftinên ne baş kir û êrîşî ser min kir û şer mezin bû. Da zanîn jî, piştre cendirme hatin û xelk belav kirin û teqe bi esman de avêtin.

Ew geştiyarê Kurd spasî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî dikin, ku piştevanî û hevkariya wan kir.