Mesûd Heyder: Kurd 4 wezaretan li Bexdayê werdigire

Parlemanterê berê yê Parlemantoya Iraqê Mesûd Heyder ragihand, “Sibe yan du sibe parlemantoya Iraqê bo dengdanê li ser kabîneya hikûmî ya Adil Ebdilmehdî bide, dicive.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterê berê yê Parlemantoya Iraqê Mesûd Heyder ragihand, “Sibe yan du sibe parlemantoya Iraqê bo dengdanê li ser kabîneya hikûmî ya Adil Ebdilmehdî bide, dicive.”

Mesûd Heyder li rûpela xwe ya tûra civakî piştrast kir, Kurd di wezareta nû de 4 kursiyan werdigire, wezaretek jê serwerî ye û sêyên din jî xizmetguzarî ne.

Ew yek piştî wê hat, îro Endamê Polîtburoya Tevgera Hîkme bi serokatiya Emar Hekîm Ebdulah Zeydî ragihandibû, beşek ji pirsgirêkên pêkanîna hikûmta nû çareser dibin û para Kurd di hikûmeta bê de 4 wezaret dibin.

Ji aliyekî din ve, Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê Beşîr Xelîl ji K24ê re ragihand, di du rojên bê de kabîneya hikûmeta Iraqê pêşkêşî parlemantoyê dibe.

 

S. B