Waizî peyama taybet a Rûhanî gihandiye Erdogan

Ajansa fermî ya Komara Islamî ya Îranê IRNA ragihand ku, Hesen Rûhanî nûnerê xwe yê taybet Mehmûd Waizî rêkiriye Enqere, ji bo ku hevkariya Îranê ligel Tirkiye bîn e ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa fermî ya Komara Islamî ya Îranê IRNA ragihand ku, Hesen Rûhanî nûnerê xwe yê taybet Mehmûd Waizî rêkiriye Enqere, ji bo ku hevkariya Îranê ligel Tirkiye bîn e ziman.

Nûnerê taybet ê Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Mehmûd Waizî peyamek Rûhanî gihandiye Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan. Ligor IRNA di peyama xwe de Rûhanî gotiye ku, bi egera dorpêçên liser Îranê, ew dê Amerikayê poşman bikin!

Herweha di hevdîtina Waizî ligel Erdogan, rewşa rêkeftina atomî ya 2015an di navbeyna Îran û 5+1 de, vekşandina Amerika ji rêkeftinê, dorpêçên Amerika liser Îranê û hevkariya Îran û Tirkiye hatine axaftin.

IRNA diyar dike ku, Erdogan daxwaza xwe ya berdewamiya pêwendiyên nêzîk ên di navbeyna Îran û Tirkiye de aniye ziman, û xwestiye ev pêwendî bên pêşve birin.

 

 

C.B