Îran: Di 10 rojan de 17 bidarvekirin

Ligor rêxistinên mafên mirovan di 9ê meha Çile de li bajarê Kerec, nêzîkî paytext Îranê di girtîgeha Recayîşehr de 12 girtî li pey hevûdu hatine bidarve kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hate ragihandin ku dinav 10 rojan de 17 kes li Komara Islamî ya Îranê hatine bidarve kirin.

Ligor  rêxistinên mafên mirovan di 9ê meha Çile de li bajarê Kerec, nêzîkî paytext Îranê di girtîgeha Recayîşehr de 12 girtî li pey hevûdu hatine bidarve kirin.

Ragihandinên fermî amaje bi wê dikin, ku ew kes bi tometên kuştinan hatine bidarve kirin û beramberî wan biryarên bidarvekirinê yên dadgehan hebûn e.

Herweha di heman girtîgehê de di navbeyna 10 rojan de û rojên cuda de 5 girtiyên din hatine bidarve kirin.

 

 

C.B