Amadehîyên li ser Lûtkeya Sêalî ya 16ê Îlonê

Li Enqereya paytexta Tirkîyeyê wê di 16ê Îlonê da Lûtkeya Sêalî ya serokdewletên Tirkîye,Rûsya û Îranê birêve biçe. Rojeva sereke jî mijarên Îdlib, xebatên avakirina Komîteya Destura Bingehîn ya Sûrîyeyê û avakirina Navçeya Aram e. Li gorî piranîya pisporên Tirkîyeyê, ajandaya her sê welatên beşdar jihev cihê ne, ji loma jî wê ji vê lûtkeyê ji bo Sûrîye û Îdlibê encamekê berbiçav dernekeve. Her wiha pispor radigihînin ku bêyî Kurdan nemimkun e ku Destûra Bingehîn ya Sûrîyeyê bê amadekirin.

K24- Enqere

Di 16ê Îlonê da li Enqereyê wê bi beşdarîya serokdewletên garantorên Sûrîyeyê Tirkîye, Rûsya û Îranê wê Lûtkeya Sêalî birêve biçe. Lûtkeya sêalî ku di çarçoveya Proseya Astanayê da berdewam dike di qonaxeke gelekî krîtîk da wê bê sazkirin. Lewra çarenûsa Îdliba keleha dawî ya destê mixalîfan û hebûna xalên çavdêrîyê yên Tirkîyeyê, cihê nîqaşê ye. Her wiha ji alîyekê ve jî Tirkîye bi Amerîkayê ra li sînorê Rojavayê Kurdistanê hewla avakirina "Navçeya Aram" dide. Her wiha ji bo amadahîyên dawî şandeyên welatan û wezîrên derve yên garantorên Sûrîyeyê di nav danûstandinan da ne.

Gelo, di ajandaya welatên beşdar da çi hene û çiqas pêkan e ku ew rêbikevin?

Murat Ozbulbul, pisporê peywendîyên navneteweyî, dibêje:"Niha li Sûrîyeyê du enî hene. Li alîyekê Rûsya û Îran, li alîyê din jî Amerîka û hevpeymanîya Rojava. Tirkîye li Îdlibê bi Rûsyayê û Îranê ra, li bakurê Sûrîyeyê jî bi Amerîkayê ra nakok e û heta dijberî hev in. Tirkîye li Îdlibê wehdên xwe pêk neanî. Dema mirov li her sê welatan dinêre, mirov dikare bêje ku rojeva her sê welatan jihev cihê ne. Ji loma jî li ser Sûrîyeyê bi taybetî jî li ser Îdlibê ez bawer nakim ku wê encameke berbiçav derkeve holê."

Li alîyê din tê çaverêkirin ku di vê lûtkeyê da her sê welat Komîteya Destûra Bingehîn ya Sûrîyeyê ji cîhanê ra ragihînin. Lê belê tê gotin ku li ser navekî nêzî PYD û HSDê itiraza Enqereyê heye. Gelo wê li ser Komîteyê alî rêbikevin yan na?

Prof.Dr.Huseyin Bağcı, akademîsyen, got:"Wisa xuya ye ku ev lûtke wê dijwar derbas be. Ji bo Komîteyê endîşe û metirsîyên Enqereyê heye. Tirkîye bi tu awayî qebûl nake ku PYD û HSD beşdarî komîteyê bibe. Lê belê bêyî Kurdan nemimkun e ku li Sûrîyeyê Makezagoneke bê amadekirin. Her wiha heke Rûsya û Sûrîye qebûl bikin,

Tirkîye wê heta ku derê karibe li dijî vê derkeve. Jixwe heke Kurd û Şam lihev bikin wê Tirkîye bêbandor be."

Her wiha li gorî pisporan heke di Lûtkeya 16ê Îlonê da Komîte neyê ragihandin; wê alî hewl bidin ku Komîteya Destûra Bingehîn ya Sûrîyeyê li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da ku wê di dawîya meha Îlonê da li New Yorkê birêve biçe da ragihînin.