Bedran Çiyakurd: Rewş hestyar e. Divê Kurd xwedî yek gotin bin!

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd ji K24 re anî ziman, ku nêzîkahiya Trump bi Erdogan re, di destê yekem de dûrxistina Tirkiye ji Rûsyayê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Bedran Çiyakurd ragihand, ku encama hevdîtina Erdogan ligel Trump diyar dike, tu encamên berçav bidest neketine e. Pirsgîrekên di navbeyna aliyan de heyî, her berdewam in.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd ji K24 re anî ziman, ku nêzîkahiya Trump bi Erdogan re, di destê yekem de dûrxistina Tirkiye ji Rûsyayê ye. Lê, seknek nêzîk a Tirkiye ligel Rûsya jî heye. Ev yek hin aloziyan derdixe pêş Tirkiye, herweha Enqere hewl dide, mfayê ji Moskow û Waşingtonê jî werbigre.

Liser rewşa agirbestê, Çiyakurd diyar kir, yan agahiyên hurgilî di destê Serokê Amerikayê de nîn in, yan jî Trump dixwaze Erdogan razî bike. Tiştên nerast bibêje. Ji roja xwe ya yekem, ji demjimêra xwe ya yekem agirbest ji alî Tirkiye ve hatiye binpê kirin û Artêşa Tirkiye û çekdarên bi ser ve êrîşî hemû pêkhateyan li rojavayê Kurdistanê dike, bi taybet di deverên Serêkaniyê, Girêspî û Tiltemirê de û Enqere êrîşî Kristiyanan, Êzdiyan û hemû pêkhateyên din jî dike.

Bedran Çiyakird liser hevkarî û hevpeymaniya HSD ligel Amerika de anî ziman, pêwendiyên Hevpeymanan û Amerika ligel HSD hene û ev yek, bi taybet encama raya giştî ya Amerika, Kongress û Senatê jî bû. Amerika pozisyona xwe ji berçav derbas kir û hevpeymaniya xwe ligel HSD carek din tekez kir. Têkoşîna li dijî DAIŞ berdewam e. Teror hîn jî, bi rewş a xwe ya cuda li deverê heye. Êrîşa Tirkiye jî, rê vekir ku DAIŞ û grûbên din ên tundrew liv û tevgera xwe zêde bikin.

Liser pêwendiyên ligel Rûsya û rejîmê, Çiyakurd got, ku rejîma Şamê ne xwedî hişmendiyek çareseriyê ye û diviyabû garantorek di pêwendiyan de hebe û Moskow ev rol list. Ragihandina Wezareta derve ya Rûsya, ku Amerika dixwaze delwtek Kurd ava bike jî, ne rast e. Sekna Rêvebiriya Xweser diyaloga siyasî, herweha yekparçeyiya xaka Sûriye ye.

Girêdayî yekhelwestî/yekrêzî ya Kurd Çiyakurd eşkere kir, pêwendî ji bo pêkanîna yekrêziyê berdewam in. Rewş hestyar e û hemû aliyên siyasî yên Kurd, dive xwedî yek gotin bin. Pêngav û hewldan jî, berdewam in. HSD jî,  ligel aliyan civiya. Aliyên Kurd dive xwedî li destkeftan derkevin, ku Rêveberiya Xweser, HSD, PYD, YPG destkeft in. ne mumkin e, ji sifirê ve her tişt destpê bike. Ev ne daxwazek rewa ye.

Liser nêzîkahiya HSD û Pêşmergeyên Roj, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd got, Li rojavayê Kurdistanê nabe du aliyên artêşê hebin. HSD ji xwe dinav xwe de sistemek leşkerî heye, dinav sistema xwe de, dikare pêwendiyê ligel sistemên din ên serbazî hebe. Dikarin dinav sistema HSD de, xwe organize bikin.