Kurdên bakûr encamên hilbijartina Stenbolê dinirxînin

Mafnas û şîrovekarên siyasî yên Diyarbekirê, encamên hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, wekî berteka Kurdan a li hember polîtîkayên destlatdariyê dinirxînin. Mafnas û şîrovekarên siyasî dibêjin; heger hikûmet peyama ku Kurdan daye binirxîne û reformên nû bide destpêkirin, dê Kurd jî di hilbijartinên bên de li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin.

K24-Amed

Mafnas û şîrovekarên siyasî yên Diyarbekirê, encamên hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, wekî berteka Kurdan a li hember polîtîkayên destlatdariyê dinirxînin.  Mafnas û şîrovekarên siyasî dibêjin; heger hikûmet peyama ku Kurdan daye binirxîne û reformên nû bide destpêkirin, dê Kurd jî di hilbijartinên bên de li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin.

Encamên Hilbijartina 23'yê Hezîranê, careke din Kurd û bandora Kurdan kir rojeva sereke. Li gorî mafnasên Kurd ên Diyarbekirê; dengdêrên Kurd li hember polîtîkaya desthilatdariyê ya ji 2015'an berteka xwe nîşan da. Li gorî nirxandinên Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê û mafnas Ahmet Ozmen, bi guhertina pergala rêveberiya Tirkiyeyê hat xwestin ku rêya siyasetê li Kurdan were girtin lê Kurdan jî di Hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de bersiva vê polîtîkayê da.

Ahmet Ozmen - serokê berê yê baroya Diyarbekirê, got:"Mixabin desthilatdariyê ji 2015'an ve polîtîkaya xwe guhert û li hemberî Kurdan siyasetê dike û gotinên û dilê Kurdan diêşîne dike. Ji aliyê din ve parlementer hatin girtin, qeyûm hatin tayînkirin. Wateya vê ew e ku Kurd ji siyasetê werin dûrxistin, lê belê hilbijartina Stenbolê nîşan da ku ev ne pêkan e."

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, halêhazir di hişmendiya  CHP'ê de jî ji bo Kurdan nêrîneke ji ya desthilatdariyê cudatir tuneye lê heger CHP di derbarê dayîna maf û statuya Kurdan de gavan bihavêje, dê bawerî bi CHP'ê were. Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê û şîrovekarê siyasî Mehmet Emîn Aktar jî dibêje; dengên Kurdan biqîmet bûn û ger desthilatdar peyama Kurdan baş nenirxîne û reformên nû neke, dibe ku di hilbijartinên bê de êdî bi dengên Kurdan ji desthilatdariyê bikeve.

Mehmet Emîn aktar - serokê berê yê baroya Diyarbekirê, got:"Bi hilbijartina Stenbolê Kurdan helwesta xwe nîşan da, Kurdan gotin kû; em li hember zûlim û zordariyê ne. Di pergal rêveberiya dewletê ya nû ya 2017'an de desthilatdariya AKP-MHP û opûzîsyonê heye.  Lê Kurd tune ne. Dema ku Kurd di nav van blokan de tune be û di siyasetê de jî bêbandor bin wê demê Kurd nikarin gotina xwe bêjin û daxwazên xwe bicihbînin. Ji ber vê yekê pêwîst e Kurd siyaseteke nû ava bikin."

Li gorî nirxandinên mafnas û şîrovekarên siyasî encamên hilbijartinên dawîn nîşan didin ku desthilatdariya dewletê nikare bi guhertina pergala rêveberiya dewletê,  girtina siyasetmedar û tayînkirina qeyûman pêşiya siyasetê li Kurdan bigire.  Her dîsa şîrovarên siyasî amaje dikin ku divê Kurd li hember polîtîqaya CHP'ê û AK Partiyê siyaseteke li ser bidestxistina mafên neteweyî bidin ber xwe.