Li Kurdistanê werzê agir e

Kurd24

Ji Efrîn û Cizîrê ta Kerkûka dagîrkirî, ji destpêka werzê Havînê û demsala çinîna ceh û genim li seranserî Kurdistanê nûçeyên şewitandina zeviyên cotkaran têne bihîstin.

Vê salê ji ber barîna baranek boş xelkê digot em dê pareyekî baş bidest bixin û ziyana salên borî qerebû bikin. Lê diyar e wan nizanîbû tiştê ku ezman da wê îsal ji erdê were binax ango binagirkirin.

Bê gûman salane bûyerên agirpêketina zeviyan diqewimin û gelek zevî dibin qurbanî, lê ne bi qasî vê salê ku hîna destpêka werzê Havînê ye.

Çi derbarê van bûyaran de tê gotin?

Li Efrînê tê gotin ku çekdarên terorîst ên opozisyona Sûriyê yên ser bi dewleta terorê, Tirkiyê ve, agir bi zevî û daristanên ku nikarin sûdê ji wan wergirin dixin, an jî ew deverên ku hîna Kurd lê ne dişewitînin da ku bi yekcarê abûriya Kurdan li wê deverê têk bidin û wan neçar bikin ku ji warê xwe koç bikin û bibin penaber û xelkên ku dixwazin vegerin venegerin an jî bîra vegerê ji serê xwe bavêjin û bê hêvî bibin. Ev bûyer û kiryarên hovane li ber çavê cendirmeyên Tirk dibin bêyî ku ti karekî ji bo vemirandina wan agiran bikin.

Ji aliyekî din ve cendirmeyên Tirk agir berdidin zeviyên ser sînor li her yek ji Serê Kaniyê û Dêrika Hemko bi mebesta ku tirsê têxin nava cotkarên Kurd û wan ji berhemê keda wan ya bi mehan mehrûm bikin û bêomîdiyê têxin dilê wan û hebûna Kurdan li seranserî Rojavayê Kurdistanê jinav bibin, ev jî qirkirin bi serê xwe ye.

Heger mirov baş bala xwe bide bûyerên ku dibin û bûyerên kuştina xelkê bi xwînek sar ji aliyê cendirmeyên terorîst ên Tirk û şewitandina zeviyên xelkê ku jêdera yekta ya jiyana wan e û gef û kiryarên çekdarên DAIŞê, wê demê wê nas bike çekdarên DAIŞê li Kurdistanê dixwazin armancên siyaseta Tirkiyê ku dixwaze Kurdan li seranserî Kurdistanê qir bike pêk tîne.

Li Kerkûka dagîrkirî jî bi heman pilanê û ji bo heman armancan zevî û dexlên Kurdan têne şewitandin û Erebên ku bi biryarên stemkar û bi mebesta asîmilasyona deverên Kurdsitanî hatine bicihkirin daxwaza berhemê keda Kurdan dikin an jî gefên şewitandina zeviyan li cotkarên Kurd dikin dikeve xizmeta heman siyaset û plana jinavbirina jêderê derameta Kurdan ku berhemên çendiniyê di nav de serekî ye.

Agirê ku çekdarên DAIŞê, cendirmeyên Tirk, şofîniyên Ereb û xezeba sirûştê di werzê havînê de ku bi zevî û deştên welatê min dixin ne bes in, vêja em bi xwe jî dixwazin agir berdin bedena hev, aliyek dixwaze berê xwe bide xwînmijên me, û aliyek di xeyalan de ye û dixwaze em û sitemkar û dagîrkerên welatê me bibin dost û bira û aliyên din jî dixwazin bê dilopek xwêdan em bighên mafên xwe.

Havîn ji bo Kurdan werzê genim, zemawend û kêfxweşiyê ye, dijminên hindir û derve dixwazin bikin werzê şînî û xemgîniyê lê ew dê biser nekevin, çinku rehên Kurdan kûr kûr mîna darên zeytûnan xwe berdane dilê axa Kurdistanê lewma ew ê nikaribin kokên me ji axa me rakin.