Parastina zimanê Kurdî her demê dibe

Kurd24

 “Di rewşa Kurdî de, bi parastina ziman maf bidest dikevin, ne bi destxistina mafan ziman tê parastin”

Piştî du sê rojên din roja ZIMANÊ KURDÎ ye. Ji xwe ez di vê gotarê de behsa çima 15 Gulanê bûye Roja Zimanê Kurdî û çawa bûye nakim.

Lê ez dê behsa rewşa zimanê Kurdî û asta guhdanê bi zimanê Kurdî bikim.

Bê gûman tevî ku zimanê Kurdî mîna Kurdan bi xwe di rewşek ne tendurist û baş de ye, lê hîna jî zimanê Kurdî yek ji zimanên cîhanê ye ku bi milyonan kes wî wek zimanê jiyanê bi hemû deriyên xwe bikar tînin.

Zimanê Kurdî li bermaberî stemkariyê û hewldanên qirkirin û tinekirinê bi hezarê salan di berxwe de daye, hêja ye ku derfet bo wî were dan, da ku di hemû warên jiyanê de bi şêweyê zanistî were pêşxistin û bikaranîn.

Lê wê ev derfeta çawa bê û çawa dê bidest bikeve?

Bê gûman, divê em wê yekê baş bizanibin, heger Kurd bi xwe û bi xebat û têkoşîn derfetê ji bo zimanê xwe bidest nexin êdî welatên dagîrkerên Kurdsitanê dê ti carî derfetê nedin ku zimanê Kurdî pêş bikeve û ber bi stenderbûn û asoyên nû ve biçe.

Zimanê Kurdî mîna rewşa Kurdan ji ber gelek nexweşiyan ve dinale û gazindan dike.

Ji wan û yên ber biçav bi nerîna min ev in:

1- Nebûna elfabeyeke yekgirtî ku hemû zaravayên Kurdî pê werin nivîsandin wek pêngava yekem ber bi zimanekî stander ve bo seranserî Kurdistanê û bo hemû Kurdan.

2- Li Başûrê Kurdistanê tevî ku zimanê Kurdî zimanê yekemîn û fermî ye, herwiha Kurdî zimanê fermî ye li welatê Iraqê, lê zimanê Kurdî mîna du zimanan tê bikaranîn, çinku zimanê Kurdî yê stander li Herêma Kurdistanê nîne, ji ber bikaranîna bêhtir ji zaravayekî. Wek em dizanin li parêzgeha Duhokê Badînî û parêzgehên din Soranî tê bikaranîn, ji xwe vê yekê derî li ber nişteciyên hin deveran vekiriye ku daxwaz bikin zaravayê wan jî li deverên wan û bi yasa bibin fermî û bibin zimanê dezgehên hikûmî û zimanê perwerdeyê.

3- Rêkxistin û partiyên Kurdî li Rojava û Bakur guhdana pêwîst bi zimanê kurdî nadin û hemîşe wisa dibêjin: Dema em mafên xwe bidest bixin wê zimanê me jî were parastin?! mirov ji vê yekê matmayî dimîne, çinku berûvajî vê nerînê bi raya min bi parastina ziman mirov dikare bibêje dê Kurd mafên xwe bidest bixin û bi windakirina ziman êdî hêvî namîne ku Kurd mafên xwe bidest bixin.

4- Neguhdana partî û serkirdeyên siyasî û kesayetiyên rewşenbîr û civakî bi zimanê Kurdî, hiştiye nifşên nû jî rojane dûrî zimanê xwe bikevin.

5- Nebûna ti pilanekê û desteyên pispor di nav rêxistin û partiyên Kurdî de ji bo dariştina rêbaz û dariştina çareseriyan ji pirsgirêkên ziman û çanda Kurdî re – li Rojavayê Kurdistanê rewş wisa ye, lê zanyariyên min zêde li ser beşên din halêhazir nîne- Heger mirov kirîza welatê Sûriyê wek nimûne bibe wê binere, partiyên Kurdî ku xwedêgiravî hilgirên pirojeya neteweyî ne heta niha ti pirojeyeke wan ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî nîne û bi deh hezaran zarokên Kurdan ku penaberî Herêma Kurdistanê bûne bi Erebî têne perwerdekirin!!

6- Li Ewropa tevî welatên Ewropî derfetê didin her miletekî ku bi zimanê dayikê çend seetan were hînkirin, lê gelek caran Kurd ji ber nebûna ti pilan û karname û neguhdana partiyên siyasî û rêxistinên cuda bi zimanê Kurdî, zimanê dewleta ku ew jê hatine wek zimanê dayikê hildibijêrên wate, Erebî, Tirkî û Farisî, herwiha ev yek tê kirin ji ber nebûna zimanekî kurdî stander.

7- Lawazbûna berhemên fêrkirin û fêrbûna zimanê Kurdî li ser torên entirnêtê, dibe sedem ku Kurd nikaribin sûda mezin ji tiknolojiyayê bigirin jibo fêrbûna zimanê xwe.

Tevî van xalên neyînî dilêş in, lê mirov dikare bibêje, zimanê Kurdî zimanekî zindî ye, li gelek deveran xwendin û perwerde pê tê kirin, lê bê gûman zimanê Kurdî rastî bi dehan pirsgirêg û astengiyan tê û ji tevayî civata Kurdî tê xwestin ku bi zûtirîn dem pirsgirêkên zimanê xwe çareser bikin, çinku çareserkirina pirsgirên berdem ziman tê wateya çareserkirina pirsgirên civata Kurdî û nêzîkbûn ji azadî û serfiraziyê.

 

13.05.2019