Li Kurdistanê Birînên Kur û bixwîn: Kerkûk, Qendîl, Şingal, Efrîn

Kurd24

Kurdistan bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke gelekî dijwar de derbas dibin. Ev qonaxa ji bo netewa Kurd qonaxeke gelekî xeter e. Di vê qonaxê de netewa Kurd ji gelek aliyan ve birîndar e, birîna wê jî gelekî kur û xwîndar e.

Birîna kevintir, Kerkûk e. Kerkûk bi gotina Serok Mele Mistefa Barzanî, dilê netewa Kurd e. Kerkûk, di dewletbûna Kurdan de, di yekîtiya netewa Kurd û Kurdistanê de, xwediya mîsyon û roleke gelekî mezin e. Bajarê petrolê ye û gelekî dewlemend e. Hezar mixabin cara pêşî di sala 1975an de, cara dawî jî di Cotmeha 2017an de jî, di piştê de hat xençerkirin.

Qendîl çiyayê Kurdistanê ye. Qendîl, bi helwest û hebûna PKKê li wir dibe sedem ku Başûrê Kurdistanê bi deh salane ye ku di bin tadeyeke neheq û mezin de ye. Dewleta Tirk her dem, hebûna PKKê li Başûrê Kurdisranê sedem nîşan dide, salê çend caran operasyonên hawayî û reşayî lidar dixe. Di van rojên dawî de jî Dewleta Tirk bi kuraniya 30 kîlometreyî Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Encam dê heya ku biçê naye zanîn.

Efrîn (Çiyayê Kurd), bajarê Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarekî taybet e. Xwediyê dewlemendiyekê ye. Ciyekî xwendayê wê zêde ne. Ciyekî hunermend û entellektuel e. Hezar mixabin berî vê demê ji aliyê Dewleta Tirk ve hat Îşgalkirin.

DIVÊ KU STATUYA KERKÛKÊ LI GORÎ HIQÛQA FEDERAL Û NAVNETEWÎ BI REFERANDÛMÊ DIYAR BIBE…

Di jiyana Kurdan de, Kerkûk her dem di rojevê de bûyê. Dewletên dagirkir jî ji boku pêşiya dewletbûna netewa Kurd bigirin, her dem li ser Kerkûkê sekinîne. Dewletên dagirkir nexwestine ku Kerkûk bidin Kurdan. Lewra wek min rêzên jorîn jî diyar kir, Kerkûk bajarekî dewlemend yê petrolê û dîrokî ye; dikare bibe bingeha Dewleta Kurdistanê. Loma jî dema emperyalîstan Kurdistan bi Peymana Lozanê beş kirin, ew hesab hat kirin.

Dema ku pİştî Şoreşa Êlûna (1961)an, di navbera Serok Mele Mistefa Barzanî û PDK û Rejîma Baasê û Dîktatoriya Iraqê de, Peymana Otonomiya Kurdistanê pêk hat, mijara Kerkûkê bû gengeşiyeke gelekî mezin. Di encamê de ji bo Kerkûkê peymaneke taybet hat girêdan. Biryar hat girtin ku yan Kerkûk wê bi Otonomiya Kurdistanê re û yan jî bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re bê girêdan, divê bi pilebîsîtê (referandûmê) diyar bibe. Divê ku pilebîsît jî di nav çar salan de di sala 1974an de bê lidarxistin.

Hezar mixabin ji bo ku dihat zanîn ku Kerkûk dê di encama pilebîsîtê de bi Kurdistanê re bê girêdan, Rejîma Baasê ji bo ku peymana Otonomiyê xerab bibe, provokasyonên gelek mezin pêk anî. Gelek caran bizav kir ku Serok Mele Mistefa Barzanî jî teror bike.

Rejîma Baasê di encamê de, di sala 1974an de şer derxist. Bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan, Îranê, Emerîkayê ji şer encam girtin û Otonomiya Kurdistanê di sala 1975an de hat xerabkirin. Çar dewletên kolnyalîst piştgiriya Peymana Cezayîrê kirin. Iraqê erdê xwe yê dewlemed wek bertîl da Îranê.

Piştî wê tê zanîn ku Şoreşa Milî ya Gulanê hat pêxistin. Piştî Şoreşa Milî ya Gulanê Kurdistan di gelek zehmetî û qonaxan re derbas bû heya avakirina dewleta federal ya Iraqê. Dema ku destûra Dewleta Federal hat pejirandin, di xala 140î de hat pejirandin ku statuya Kerkûkê wê dîsa bi referandûmê bê diyarkirin. Biryar hat girtin ku referandûm di sala 2007an de bê kirin.

Hezar mixabin Hikûmet û meclîsa federal ev wezîfeya xwe pêk nenanî. Partiyên Kurdistanê û endamên Meclîsa federal yên Kurd jî ew wezîfeya xwe pêk neanîn. Ji bo Kerkûkê serhejmariya nifûsa Kerkûkê pêk nehat û referandûm jî pêk nehat ji bo Kerkûkê.

Loma û girêdayî gelek sedemên din di Êlûna 2017an de referandûma dewleta serbixwe hat kirin. Di encama referandûmê de biryara dewleta Kurdistanê hat dayin û diyar bû ku Kerkûk jî bajarekî Kurdistanê ye.

Hezar mixabin di 16ê Cotmeha 2017an de, encama êrîşa çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Iraqê, Tirk, Îran, Sûriye) Kerkûk hat îşgalkirin.

Hikûmeta Navendî dixwaze ku Kerkûkê bike ereb û demografiya wê bigûherîne. Lê di hilbijartina 12ê Gulanê de gel bersiv da Ebadî û hemû erebên nijadperest. Wan wenda kir. Eerebêm maqûltir û Kurdan qezenc kir.

Di kempînên hilbijartinan de, serxwebûna Kurdistanê û statuya Kerkûkê her dem di rojevê de bû.

Divê statuya Kerkûkê bi referandûmê bê diyarkirin. Hiqûqa federal, destûra dewleta federal ya Iraqê, hiqûqa navnetewî jî, ji vê yekê re, rê vedike.

Mesrûr Barzanî jî di hevdîtina xwe ya serleşkerê hêzên hevpeymanî de ev yek diyar kir. Ev jî diyar dike ku Kurd û bi taybetî PDKê li ser Kerkûkê xebatê dike.

Birêz Mesrûr Barzanî dibêje: “Dema ku Kerkûk û derdora wê di bin kontrola Pêşmerge de bû, gelek aram û parastî bû. Pêwîst e di zûtirîn dem de û li gorî nexşerêya benda 140 ya destûrê rewşa wan navçeyan were çarekirin û dawî li rewşa dagîrkeriyê were anîn.”

Piştî hibijartinê ji bo Referandûma Kerkûkê, ji bo ku îşgala Kerkûkê bidawî bê, ji bo ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê bicî bibe, derfetên mezin û giring derketin holê.

Divê hemû Kurd û Kurdistanî, partiyên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê di vê qonaxê de baş xebatê bike û ev karên milî pêk bîne. 

DIVÊ KU QENDÎL Û ŞINGALÛ HEMÛ HERÊMÊN KURDISTANÊ JI ALIYÊ PKK’Ê VE BÊN VALAKIRIN…

PKKê dema piştî salên 1982an li Başûrê Kurdistanê bicîwar bû, bi peymanekê bicîwar bû. Ew peymana di navbeyna PDKê û PKKê de hatibû girêdan. Lê PKKê di dema mêvantiya xwe de jî li Başûrê Kurdistanê xerabî dikir. Endamên Partiya Komunîst ya Iraqê, KUKê û PDKê kûşt. Heya xwest ku dest bide ser Liqa Yekemîn ya PDKê û ji bo vê jî pilan kir ku hemû berpirsên PDKê yên herêma Behdînanê bên kuştin. Ev pilana bi destê endamekî komîteya navendî ya PKKê hat deşîfrekirin. Pêşiya vê keresatê hat girtin.

PKKê piştî salên 1984an jî di serî de Qendîl û li gelek herêm, gundên Başûrê Kurdistanê bicî bû. Li wan herêm û gundan wek hêzeke dagirkir tevgeriya. Herêm îşgal kir. Nehişt ku hêzên pêşmerge biçin wan herêman. Xwestin ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bidin rûxandin. Meşrûiyeta dewleta federe ya Kurdistanê nas nekirin. Ji bo ku desthilatdariya Kurdistanê têk bibin, li hemberî PDKê û YNKê û li hemberî Hikûmeta Kurdistanê şer kirin. Li gorî aqil û îdeolojiya xwe tevgeriyan. Zerarên mezin dan Kurdistanê.

PKKê bi wê helwest û siyaseta xwe ya dagirkir, herêma Şingalê jî îşgal kir. Wek hêzeke Iraqî û Îranî tevgeriya.

Ji serî de ew helwest û hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê bû sedem ku Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê operasyonên hewayî û reşayî pêk bîne.

Niha jî dixwazin ku Qendîlê û Şingalê ji destê PKKê derxin. Loma jî Dewleta Tirk 30 kîlometreyî axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.

Diyar e ku di pêşerojê de kereseta mezintir wê derkeve holê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bersiva pirsên Ajansa “Anadolu” da û got: Li devera Xakurkê gelek xal hatine kontrolkirin û niha Qendîl ji wan re ne aramanceke dûr e.

Soylu got: “Me berî niha di nava xwe de gengeşe dikir. Em biçin Qendîlê an Efrînê. Me çêtir dît ku em biçin Efrînê. Em berî niha diqîriyan û me digot emê Qendîlê bistînin. Lê niha em naqîrin. Ji ber ku kengî em bixwazin em karin biçin li Qendîlê rûnin.”

Ev piştî wê yekê tê, duh Rêvebirê Navçeya Sîdekan ya ser bi qezaya Soran ve Îhsan Çelebî ragihand, artêşa Tirkiyê hatibû nava gundê Bermîze û piştî ku hevkarî ji aliyê gundiyan ve nedîtin careke din vegeriyan binkeyên xwe.

Berî du rojan jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihandibû, hêzên wan bi kûrahiya 27 K.M derbasî nava axa Herêma Kurdistanê bûne û niha amadekariyê ji bo êrîşa li ser binke û baregehên PKKê li çiyayê Qendîlê dikin. (Kurdistan24)

Li hemberî vê yekê dîsa PKKê awanturîst tevdigere û realîst hereket nake. Berpirsiyarê PKKê Karasu got ku: “AKP ji bo desthilatdariya xwe dikare her core bêaqilyê bike. Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber tirsa serneketina hilbijartinê bi hêminî tevnagere û dikare li dijî Qendîlê her core êrîşan bike.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê dîsa got: “Lê Tirkiye nikare bi hêsanî êrîşî Qendîlê bike. Em ji bo şer amade ne û emê li her derê berxwedanên mezin bikin.”

Lê divê baş bê zanîn ku ev operasyona Qendîlê, Operasyona Dewleta Tirk û Ocalan ya hevmişterek e. Loma jî PKKê li ber xwe nade û ewê Qendîlê teslîmî Dewleta Tirk bike.

Divê PKKê Başûrê Kurdistanê neke Efrîn, Loma divê PKKê bi lezûbez ji Başûré Kurdistanê derkeve.

DIVÊ LI EFRÎNÊ HIQÛQA NAVNETEWÎ Û KÊMTIR IN DEWLETA TIRK HIQÛQA XWE BICÎ BIKE…

Siyaseta Rejîma Baasê û PKK/PYDê bi hev re bes  ji bo Efrînê kerasat çênekir, ji bo tevahiya Rojavayê Kurdistanê xeterî çêkir. Wek tê zanîn berî vê demê Efrîn hat îşgalkirin. Rejîma Sûriyeyê niha dixwaze ku PKK/PYDê bê çek bike. PKK/PYDê vê daxwazê bicî nake. Loma jî ne dûr e ku Rejîma Baasê li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonan bike. Helbet Raqa û Dera Zorê jî wê di nava vê operasyonê de bin.

Diyar e ku Rêjîma Sûryê bes bi serê xwe nikare operasyonê bibe serî. Lê Dewleta Tirk jî di vê pirsê de, piştî îşgala Efrînê û heya berî wê, xwediyê plana operasyona Rojavayê Kurdistanê ye. Loma jî dê herdu dewlet tifaqê pêk bînin, Rûsya û Îran jî dê ji wan re piştgir bin.

Lê niha rewşa Efrînê gelek ne baş e. Dewleta Tirk û çeteyên dijber yên hevalbenên Dewleta Tirk; hiqûq û heqên Kurdan û tevahiya rûniştvanên Efrînê binpê dikin.

Di desthilatdariya herêmî de, mafê rûniştvanên Efrînê nas nakin.

Divê hemû Kurd, di bin pêşengiya Efrîniyan de ji bo ku Hiqûqa Navneteweyî, Peymana Netewên Yekbûyî, heya kêmtir in hiqûqa Dewleta Tirk li Efrînê bicî bibe, xebat bikin.