Kilîlê yekhelwestiya netewî Kurdî li Qamişlo ye!

Kurd24

Mahabad 1946-Qamişlo 2020

Kilîlê yekhelwestiya netewî Kurdî li Qamişlo ye!

Welatê me Kurdistan, cîh û warekî parvekirî û dagîrkirî ye ji aliyê çar dewletan ve. Heman demî meydana nakokiyên hêzên herêmî û global (zilhêz) e. Demê şerê cîhanê 1. û 2. rewş wisa bû, nuha jî rewş wisa ye. Mirov dibê, belku „dîrok xwe dûbare dike“!

Du şerên cîhanê li Ewrûpa destpê kirin û li Rojhilata navîn dawî li wan hat piştî lihevkirinên hêzên zilhêz.

Vê sedsalê de şerekî cîhanî rûneda. Lê di pergala siyasî û aborî de dizaynekî pêkhat û ev berdewam e.

Li Ewrûpa piştî şerê sê sal û nîvan li Sirbîstanê û Bosna Hersekê bi Peymana Dayton (1995) şer rawestiya. 1998-99 Salekî jî li Kosovo şer çêbû. Hêzên NATO mudaxele kirin û li wê derê jî şer bi dawî hat. Li Ewrûpa metirsiya şerî tenê maye li Ukrayna, lê ew der jî êdî ji şerekî fîilî dûr ketiye.

Ji sala 2003 virde Rojhilata naverast navenda şer û pevçûnan e. Li gelek deran şerên bi wekalet dibe, wekî li Yemenê, Lubnanê, Libyayê, Iraqê û Suriyê.

Sala 2010 li welatên Ereb li bakurê Afrîka û li Rojhilata navîn serhildanên bi navê „Buhara Erebî“ destpê kir. Hêvî ew bû, li van welatan rejîmên demokrat werin ser hukum. Lê ev hêvî pêknehatin. Piştî ezmûna li Misirê, zû diyar bû ku ew hêzên wek „islamiyên siyasî“ tên nasîn, nikarin desthilatên demokrat, pirreng avabikin, welatên xwe ji karesatên siyasî dûr bixin. Mirov dikare bêje, di pêvejoya „Buhara Erebî“ de zû diyar bû ku „Islama siyasî“ ne çareserî û bersivek e bo pirsên li welatên piraniya hevwelatiyên wan musilman.

Piştî deh salan li Rojhilata navîn, rewşekî nû peyda bû. Li Iraqê, Suriyê, Lubnanê, Yemenê, Gazayê bandora rejîma Iranê berferehtir bû. Iran bi xwe rejîmeke oldar û otorîter e, dijî demokrasiyê ye.

Li Iraqê û Suriyê hêzên demokrasiyê diparêzin wek civak û hêz tenê Kurd in.

Ji dinyayê re jî zelal bû ku li Rojhilata navîn hêzên ku azadiyê, pirrengî û pirrdengiyê, demokrasiyê, mafê mirovan û prensîbên gerdûnî diparêzin, Kurd in. Û li cîhanê êdî mijareke aşkere ye ku Kurd dixwazin li ser axa xwe azad û serwer bin.

Piştevaniyeke xurt heye li raya giştî navneteweyî de. Hêzên siyasî yên Kurdî divê van derfetan qenc bizanin û ji bo doza rewa Kurdistanê bi karbînin.

Hêzên hevpeyman li herdu welatan, li Iraqê û li Suriyê bi Kurdan re kar dikin, wan wekî hevpeymanekî dibînin.

Bêguman li başurê Kurdistanê statûyeke destûrî heye ku hêz û rewatiya xwe ji pejirandin û piştevaniya navdewletî digre. Cihê dilxweşiyê ye ku Rêvebiriya li başurê welat, dezgehên xwe yên dewletê heye û karger in. Parlamento, Hukumet, Serokatî û Dadwerî karbidest in. Û civakekî sivîl û demokrat jî hêdî hêdî bi jî hêz dibe.

Mijara Kurdan destkeftiyên li rojavayê Kurdistanê ye. Li vê derê rast e rêvebiriyekî hatiye danîn. Lê rastî ew e ku ev rêvebirî li nav Kurdan cihê gengeşê ye û hêj ne xwediyê statuyeke destûrî ye. Bêguman ev yek her wisa girêdayî ye bi rewşa dewleta Suriyê ve jî. Wekî tê zanîn pêvejoya siyasî li Suriyê hêj ne diyar e. Rejîm jî dorberên muxalif jî di nav şer de ne, nuha hemî alî hewl didin, li ser axê kontrola xwe berferehtir û zêdetir bikin. Turkiye beşeke mezin ji axa Kurdînîşan dagîr kiriye. Îran ji serî de xuya bike neke bi rejîmê re bi hevra ye. Du dewletên zilhêz Rusya û Amerika li wê derê ne.

Bi kin û kurt Suriye û rojavayê Kurdistanê bûye bazara siyaseta navdewletî û herêmî. Ji zû de hefsar ji destê hêzên niştecîh filitiye. Paşeroja vî welatî, vê dewletê êdî bê Rusya û bê Amerîka nikare diyar bibe. Her wisa heta riyek neyê dîtin ku Turkiye û Iran jî werin razî kirin, metirsiyên ser pêvejoya rojavayê Kurdistanê dê berdewam bin.

Rewşa Suriyê ya îroyîn wekî rewşa Îrana salên 1942-47 an e. Rewşa Kurdan jî dişibe wan deman. Bi ferqekî mezin: salên 1944-46an de Kurd yekrêz bûn. Serokatiyekî xwe (Pêşea Qazî Muhemed) hebû, hemî hêzên netewî-niştîmanperwer li dora wî civiyabû. Helwestê wan siyasî yek bû.

Lê îro mixabin li rojavayê Kurdistanê ev yekrêzî tune. Kurd bûne du beş. Vê rewşê heta nuha zerar û ziyaneke mezin gîhande bizava welatparêz û birîna herî giran ya rojavayê Kurdistanê ev e. Ev perçebûn dibe sedem ku piştevaniyeke xurt navdewletî peyda nabe. Herdu alî jî kî bibînin, ji wan re dibêjin, yekitiya xwe ya navxweyî çêbikin. Hinek hêz vê yekê ji xwe re dikin hincet, hinekî din jî vê perçebûnê ji bo strtejiya xwe wek metirsî dinirxînin.

Vê mijarê de gotinên nûnerê Amerîka James Jeffrey ji herdu aliyan re jî gelekî zelal in: Eger hûn bibin yek, bi Rêvebiriya Hewlêrê re hevaheng bin, emê jî bikarin zêdetir alîkarê we bin. Ma ji van gotinan zelaltir, gotin heye?

Hemî Kurd dizanin ku eger li rojavayê Kurdistanê hêzên Kurdî yekhelwest nebin, dê bi sernekevin, dê tuşî dijwariyên nû bibin.

Rewşenbîriya Kurdî û „cadeya Kurdî“ hewce ye zorê bide hêzên Kurdî ji bo ku ew yekhelwestiya siyasî û leşkerî pêkbînin.

Îro li Berlinê, Konferansa Libya bi dawî hat. Biryar hat dan ku li wê derê bi danûstandinan çareseri were dîtin di bin rêvebiriya YN (UN) de.

Ne dûr e, demeke nêzîk de careka din maseya Suriyê jî werê danîn.

Heta wê demê û bi lez hewce ye Kurdên rojavayê Kurdistanê xwe nêzîkî yekhelwetiyê bikin.

Demê mirov ragihandinan dixwîne û dibîhîse, ku herdu alî jî dibêjin em yekîtiyê dixwazin, lê hêj ji yekitiyê tiştekî nexuyaye, hêvî bêzar dibin.

Rewşa li rojavayê Kurdistanê bondorê li ser hemî parçeyan dike. Eger li rojavayê Kurdistanê bi cureyekî yekrêziya siyasî nabeyna PYDê û ENKSê de pêk werê dê ev gav yekser bandora xwe li ser parçeyên din jî bike û bi erênî.

Ji bo vê yekê em dibêjin: Kilîlê peywendiyên navxweyî yê Kurdan li Qamişlo ye. Eger ew kilîl derî veke, dê gelek derî li pêşiya Kurdan vebin.

20.01.2020