Armanca Biryara Emerîkayê Di Derbarê 3 Berpirsiyarên PKKê De

Kurd24

Emerîkayê, çend roj berê di derbarê 3 berpirsiyarên (Mûrad Karayilan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan) PKKê de biryara girtinê girt û ew xistin lîsteya xwe ya binavdûdeng ya terorîstan. Biryara girtinê bi xelat e. Diyar e ku Emerıkayê gor xwe qiymeta 3 berpirsiyarên PKKê diyar kiriye. Ji bona Mûrad Karayilan 5 mîlyon, ji bona Cemîl Bayik 4 mîlyon, ji bona Dûran Kalkan jî 3 mîlyon xelat diyar kiriye.

Biryara Emerîkayê di destpêkê di nav kurdan de wek suprîzekê hat pejirandin. Lê piştî analîz li derdora meseleyê çêbûn, derket holê ku biryara Emerîkayê ne surprîze.

Bi taybetî jî biryara Emerîkayê ji bo min surprîz nebû.

Ji bo Dewleta Tirk diyar e hîç surprîz nebû. Wan ji biryara Emerîkayê peyam bi lez wergirtin. Loma jî gotin ku “biryar pozîtîf e. Lê ne bes e. Lewra armanca biryarê ne diyar e. Heger armanca biryarê, PKKê û PYDê ji hevdu cûda diyar kirin be, ku wûsa xuya dike; ev yeka ji aliyê me de nayê qebûl kirin. Ev biryara siyaseta me ya di derbarê PYDê de naguherîne”

Biryara Emerîkayê di derbarê 3 berpirsiyarên PKKê de, biryareke gelek stratejîk e. Gaveke gelek girîng û xwediyê armanceke stratejîk e. Girêdayî armanca stratejîk û sereke,  xwediyê çend armancan e.  Biryareke pir alî ye û gelek terefan eleqeder dike.

ARMANCA TESLÎMA OCALAN Û ARMANCABIRYARA EMERÎKAYÊ DI DERBARÊ SÊ BERPİRSİYARÊN PKK’Ê HEMAN ARMANC E: PÊŞIYA ÊRIŞ Û ÎŞGALA DEWELETA TIRK LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ GIRTINE…

Wek tê zanîn di sala 1999an de Emerîka bû alîkar û Ocalan li Kenyayê girt û teslîmî Dewleta Tirk kir. Li ser vê mijarê gelek niqaşe hatin kirin û sedem/armanc hatin diyar kirin. Dema ku Ocalan teslîm hat kirin, PKKê 15 sal bû ku şerê çekdarî dimeşand. Lê Emerîkayê heta wê rojê li hemberî PKKê û Ocalan helwestek nîşan nedabû. Lê di sala 1999an de ew girt û teslîmî Tirkiyeyê kir.

Gelo helwesta Emerîkayê çima hatibû guhertin û çi sedem qewimîn ku Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kir? Heman pirs di derbarê sê berpiraiyarên PKKê de mirov dikare bipirse. Gelo Emerîkayê heta nûha çima ji bona sê berpirsiyarên PKKê biryara girtinê negirt, nûha ew biryara girt?

Piştî şerê Kendava 2-emîn li Rojhelata Navîn û li Iraqê û li Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Emerîkayê biryara “Projeya Rojhelata Navîn ya Mezin” wergirt. Armanca vê projeyê ew bû, ku rejîmên otorîter yên li Rojhelata Navîn bên guhertin û li wan welatan demokrasî bê ava kirin. Piştî şerê Kendavê Emerîkayê li Iraqê ji bona vê projê pêk bîne dest bi xebatê kir. Desthilatdariya Baasê sînor kir. Beşekî mezin yê Kurdistanê jî azad kir. HerêmA Azad ya Kurdistanê çê bû.

4 dewletên kolonyalîst ji vê projeyê gelek eciz bûn. Gotin ku “di nav pêvajo û demê de ev projeya li çar dewletan jî dê bê li dar xistin. Her çar beşên Kurdistanê dê azad û rizgar bibin. Ev jî dê bibin sedem, ku Dewleta Kurdistanê li her beşekî Kurdistanê ava dibe û ew jî, ji dewleteke yekgirtî ya Kurdistanê re rê veke.”

4 dewletên kolonyalîst ji bona ku pêşiya ev projeya Emerîkayê bigre, diviya bû ku ev projeya û taybetî jî Herêma Azad ya Kurdistanê bê hilweşandin. Ji bo vê jî diviya bû ku bi hêzên leşkerî êrişî Kurdistanê bikin. Ji bo ku ji Emerîkayê ditirsiyan, ev êrişa nedikarîn bikin. Loma jî PKKê bi kar dianîn. Bi destê PKKê êrişî Herêma Kurdistanê û partiyên Kurdistanê (PDK û YNK) kirin. Emerîka ji bona pêşiya vê bigre, Ocalan girt û teslîmî Dewleta Tirk kir.

Loma jî serokwezîrê Dewleta Tirk Ecewît got ku “em nizanin ku Emerîkayê çima Ocalan teslîmî me kir.”

Lê Emerıka di vê siyasta xwe de bi serneket. Dewletên kolonyalîst PKKê dîsa bi rehetî bi kar anîn. PKKê êrişên xwe yên li hemberî Başûrê Kurdistanê û partiyên wan domand.

Di vê qonaxê de li Rojavayê Kurdistanê şertên qewimî hene. Pêşî Rejîma Baasê ji bona, ku Kurdistan di bin desthilatdarî û kolonîzma wan de bimîne, li ser navê xwe PKK/PYDê li Rojavayê Kurdistanê kir berpirsiyar. Di vê stratejiya xwe de gelek serkeftî bû. Lê piştî demekê bi awayekî PKK/PYD ji kontrola Rejîma Baasê û Rûsyayê û Îranê derket, ket bin bandor û kontrola Emerîkayê.

Emerıkayê, şerê xwe li Suriyeyê li hemebrî DEAŞê bi awayê wekaletê meşand. Hêza şerê wekaletê jî PKK/PYDê bû. Ew jî bû sedem ku di navbeyna wan û Dewleta Tirk de bibe pirsgirêkeke mezin.

Dewleta Tirk demeke ku dibêje emê pêşiya PKK/PYD bigrin. Ew jî tê wateyê, ku piştî Cerablûsê, El Babê, Menbîçê, Efrînê dixwaze deverên din yên Rojavayê Kurdistanê jî îşgal bike. Di van rojên dawî de ji bona vê amadekariyê dike û gelek deverên Rojavayê Kurdistanê bombabaran jî dike.

Emerîka raste rast ji Rojavayê Kurdistanê re xwedî dernekeve, desthilatdariya miletê kurd naperêzê. Dixwaze bi biryara girtina sê berpirsiyarên PKKê pêşiya Dewleta Tirk bigre.

Emerîka bi vê biryarê û bi vê siyaseta xwe ya oportunîst nikare pêşiya dewleta tirk bigre. Dema ku biryara Emerîkayê ya di derbarê 3 berpirsiyarên PKKê de hat diyar kirin, Dewleta Tirk carek din ev helwesta xwe ya îşgalkar carek din aşkere kir.

EMERÎKA DIXWAZE PKK Û PY’DÊ CÛDA NÎŞAN BIDE, KU PKK TERORÎST E, LOMA EM CEZE DIKIN. LÊ PYD NE PKK’Ê YE Û NETERORÎST E…

Dewleta Tirk  her tim aşkere dike,  ku “PYD bi destê PKKê ava bûye. PKKê, di PYDê de desthilatdar û berpirsiyar e. Loma jî ferqa herduyan tune û herdu jî terorîst in, herdu jî dijminên me ne. Ew dixwazin Dewleta terorê ava bikin. Emerîka jî piştgiriya wan dike. Em dê pêşiya vê stratejiyê bigrin.”

Emerîka jî dibêje, ku me Bi dehan sal berê biryar girtiye ku “PKKê terorîst e. Lê PYD, ne PKKê ye, loma jî ne terorîst e. Ji bona vê em pêwemndiyên xwe yên PYDê didomînin, ji wan re bi çekên negiran alîkar dibin.”

Ev mijara di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de nekokiyek û pirsgirêkeke girîng e.

Emerîka di derbarê 3 berpirsiyarên PKKê biryar girt, ku ji dewleta Tirk re bibêje ku herdu (PKK û PYD) ji hevûdu cûda ne.

An jî Emerîka dixwaze bibêje ku “belê PKKê li ser PYDê xwediyê bandor û desthilatdar be jî, em berpirsiyarên wan ciza dikin, biryara girtinê didin, ku PKKê li ser PYDê nebe xeter. Hûn jî wek dewlet vê yekê biecibînin.”

Lê Dewleta Tirk di vê mijarê de jî, helwesta xwe gelek vekirî diyar kir. Got ku “ev siyaseteke gelek xirab û taktîkî ye. Em mijareke stratejîk tînin ser zimên. Loma dewleteke wek Emerîka bi vê helwestê  gel bi xwe dide kenandin.”

Ez jî di baweriyê de ku helwest û nerîna Emerîkayê di vê derbarê de beyhûde ye.

EMERÎKA DIXWAZE PYD BI AWAYEKÎ JI BIN BANDORA PKKÊ DERBIXWE…

Emerîka dixwaze ku PYDê ji bin bandor û desthilatdariya PKKê derxe. Lê Emerîka nikare PYDê ji bin bandora PKKê xelas bike. Lewra PKKê rêxistineke bi serê xwe nîne. Rêxistineke projeyî ye û projeya çar dewletan e. Loma jî ew xwediyê biryara xwe ya azad nîne.

Di derbarê mijareke stratejîk de berpirsiyarên PKKê bixwazin jî, ji derveyî dewletên xwediyê PKKê nikarin biryar bidin.

EMERÎKA DIXWAZE ÎRANÊ CIZE BIKE. LÊ ÎRAN JI VÎ CIZAYÎ KÊFXWEŞ E…

Her çiqas ev yeka alternatîfa gelekdur be jî, Emerîka dixwaze ku bi cizakirina 3 berpirsiyarên PKKê di hemandem de Îranê ciza bike.

Lewra ew sê berpirsiyarên PKKê û PKKê bi tevayî di bin bandor û hegemonya ya Îranê de ye.

Emerîka madem ku Îraanê ceza dike, hevalbendên wê jî ciza kirin gelek xwezayî ye.

Lê ew biryara zerar nade Îranê. İran ji vê biryarê kêfxweş e. Lewra PKK/PYD çiqas ji Emerîkayê dur bikeve, ev qas nêzikî, Rejîma Baasê, Îranê, Rusyayê dibe.

Ew jî Îranê qels nake, xurt dike.

EMERÎKA DIXWAZE KU DEWLETA TIRK JI RÛSYAYÊ DUR BIXE…

Dewleta Tirk, endama NATOYê ye. Ji sala 1950yî vir ve jî dost û tîfaqa Emerîkayê. Lê di van salên dawî de girêdayî pirsa Sûriyeyê, pirsa PKK/PYDê, pirsa Fetullahiyan, Pirsa Fuzeyên Rûsyayê Dewleta Tirk ji Emerîkayê dur ket, nezikî Rûsyayê bû. Bi Rusyayê re peymanên girîng li darxist. Di pirsa Sûriyeyê de bi hev re tevdigerin.

Emerıka dixwaze ku Dewleta Tirk ji vê helwest û tîfaqê vegerîne.

Di derbarê sê berpirsiyarên PKKê de biryara girtinê, ji bona vê jî dibe. Lê ev ciza jî, Dewleta Tirk ji cem Rûsan venagerîne cem Êmerîkayê.

BIRYARA EMERÎKAYÊ SERKEFTINA DÎPLOMATÎK YA DEWLETA TIRK NÎNE…

Biryara Emerîkayê di derbarê 3 berpirsiyarên PKKê de, gava stratejîk ya Emerîkayê bi xwe ye.

Beşek şirovekarên siyasî û analîstên Tirk, biryara Emerîkayê wek serkeftina dewleta Tirk ya dîplomatîk dibînin.

Ev yeka ne ras e.

Amed, 12. 11. 2018