Di Roja Reş de, cotkarên Kurd dipirsin: Ma çi di tûrikê we de heye

Kurd24

Piştî ku hemû amdekarî ji bo peydabûna zemînê ji bo cihbicihkirina pirojeya şovînî û nijadperist hatin kirin, di 24.06.1974 de dest bi cihbicihkkrina pirojeya ZINARA EREBÎ li seranserî Rojava Kurdsitanê hat kirin.

Armanc ji pirojeyê ew bû ku guhertinek dîmografî li Rojavayê Kurdistanê bikin û Kurdan bikin kemîne li welatê wan.

Bêhtir ji 40 gundî di kezeba Rojavayê Kurdistanê wek penceşêrê çandin, roj bi roj wê pênceşêrê xwe li nav hemû laşê Rojavayê Kurdistanê veda. Ereb bûn xwedan milk û saman û bi sedhezaran Kurd man bê zevî, cot û man bê gund.

Li bajarên mezin bûn karkirên xwaringeh û kargehên xwedanên cihbicihkirina wê pirojeya şovînî û nijadperist.

Pêngavên berî cihbicihkirina pirojeyê ji bo her kesî diyarin: Desteserkirina zeviyan, kişandina nasnameyê ji welatiyên Kurd, girtina deriyê her karekî li pêşiya welatiyê Kurd û çandina tirsê di dil û çavên wî de bi armanca ku Kurd dest ji warên xwe berdin, an biçin dervî welat an jî berê xwe bidin bajarên mezin mîna Şam, Heleb û Himsê û li wir mîna penaberan bijîn. Ji bo dûrî keltûr, ziman û devera xwe bikievin û piştî çend salan bibin Ereb.

Bi vî şêweyî pilana desthilata Bassiyan birêve çû. Lê mixabin hêşta berdewam e, di dema ku hin aliyên xwedêgiravî Kurd in bûne desthilat piştî kirîza Sûriyê, bêyî ku ti pilanek jibo çareserkirina vê pirojeya awarte ku bi serê cografî û mirovê Kurd ve anîn, ne li warê piraktîk û ne di edebiyatê aliyê ku niha desthilate li Rojavayê Kurdistanê de hebe.

Aliyê ku xwe wek opozisyon dide diyar kirin jî ti pilanekî diyar û zelal li cem nîne ji bo ku di paşerojê de cotyarê kurd were insafkirin.

Dema tê gotin ku divê zevî li xwediyên xwe vegerin, cotyarê Kurd ku ev serê zêdetir ji 60 salî ye ji xaka welatê bêpar e ji xwe dipirse aya heger ev zevî vegerin jî em dê dîsa bêpar bimînin?

Mala me 60 salî li Gundê Torliyasê ma, 1250 donim ji baştirîn zevî ji gundê desteser kirn û dan Ereban û heta niha jî û piştî derbasbûna 8 salan ji kirîza Sûriyê, ti hêviya me nîne ku em careke din li gundê xwe bibin xwedî parçeyek zevî û hîna jî xelkên gundê min kiriya çandinya zeviyên xwe didin Erebên ku ew erd dagîr kirine!!

Ne aliyê desthilat dide diyarkirin ku wê me insaf bike û ne dihêle xelkên gund zeviyên xwe vegerînin. Ji xwe nerîtî û çanda gundîtî ya kurdewarî jî dibêje malbata li gund bê milk û zevî be ne ji gund e, an jî ne ji mafê wan e bibin xwedî milk!.

Gora bapîrê min li ser lûtkeya girê gund e, lê em ne xwediyê gund in ji ber heta roja îro jî em bê (milkin).

Ez bi navê cotkarên Kurd ji tevgera Kurdî dipirsim, ji bo me gundî û cotkarên ku bi dehên salan bê zevî û milk in çi di tûrikê we de heye.

Em daxwaz dikin ku bi herî kêm me jî wek Erebên Xemir hesab bikin û 60 salî me bikin xwediyên van zeviyan û piştre em dê ji qîm û reza xwe zevî li xwediyan vegerînin ne wek Ereban ku bi ser heqê me ve îro çavsoriyan jî li me dikin û çekên desthilata xwedê giravî Kurdî ye li ser milê wan e.