Paradîgmaya Nû: Ziman û Nasname... (beşê dawî)

Kurd24

Hêzên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê ew bingehên ku hebûn û programên xwe li ser avakirine, bingeha paradîgmayên wan jî pêk tîne.

Ew bingeh çi ne?

Kurdistan welatekî parvekirî ye, hebûn û mafên wê hatiye înkar kirin.

Kurd milletekî ne. Her çend heta îro nikaribin dewleta xwe ava bikin jî, di nav xwe da li ser esasên olî, heremî û lehce çiqas heterojen jî bin. Her çend hebûna Kurdan neyê qebûlkirin jî Kurd milletek in.

Kurdistana Bakûr di bin dagîrkeriya arteşa Tirk de ye. Di bin nîrê dewleta Tirk de ye.

Milletê Kurd jî weka hemû milletên dinyayê xwedî mafê çarenûsi ye.

Hêzên Kurdistana Bakûr hebûn, rêxistinbûn, tekoşîn û programên xwe di salên 60’î û 70’yî de li ser van tesbîtên bingehîn pêk anî bûn. Ji ber van tesbîtên bingehîn û ji ber qedexekirin û zordestiya dewleta Tirk hema bêje rêxistinên Kurdan hemû weşartî/nîv weşartî bûn. Hin rêxistin xebata çekdariyê diparastin. Ji wa na PKK dest bi xebata çekdarî jî kir.
Ew hêza ku xebata çekdariyê dimeşand, di roja îro da encamekî konkret bi dest nexistiye. Dewleta Tirk jî bi behaneya vê xebatê gellek gundên Kurdistanê vala kirin, sosyolojiya Kurdistanê têk da, bi milyonan Kurd ketin bin destarê asîmîlasyonê. Ev tevger ji alîkî ve li ser xebata çekdarî hîn jî israr dike, ji aliyê din ve ‘’Watanê hevbeş û cumhuriyeta demokratîk’’ diparêze! Ew hêzên ku ji xwe ra dibêjin Kurdistanî, bê ku bibînin, dirûşmên serxwebûn, federasyonê li gor rewşa îro ne gûncaw e, muqabela wê nîne dîsa jî, weka ku tiştek nebûbe sloganên xwe diavêjin.

Baş e, daxwaz û vizyonên van tevgeran, rewşa welatê me û miletê me, rewşa Tirkiye û Kurdistanê çiqasî li hev tê? Çiqasî li hev dike?
Divê tevgerên siyasî yên Kurd û rewşenbîrên Kurd bersiveke guncaw bidine vê pirsê.
Ez li gor xwe li bersivekê digerim. Di rewşa îro da raya min ev e; Bê ku ji prensibên hebûna welatê Kurdistanê û mafê çarenûsiya miletê Kurd dûr bikevin, divê vatiniyên ku rewşa îro de xwe ferz kiriye, tesbît bikin.

Divê îro,
Bighêjin rêxistineke guncaw ku bikaribe xwe pêş ve bibe, girseyên gel bide dora xwe,
Metodên xebat û tekoşînê resen ku bikaribe berdewam be,
Xwedîbûna programeke ku daxwaz û talebên ku dikarin bi destxînin be.
Rêxistinek çawa ku bikaribe li pêşkeve, berfireh be?
Ew program, daxwaz û taleb çine ku mirov dikare bidestxîne?
Rêya xebata meşru û maqul çi ne ku mirov bikaribe van daxwazan pêk bîne?

Bersivên ku ji bo pirsên han bên dayîn dê bibe bingeha paradîgmaya nû.

Eger em xwe di nav çend formulên jiberkirî hepis nekin, em rewşa xwe, ji rastiya xwe dûr nekevin em dikarin li Bakûr û li Tirkiye gavên ku bên avêtin tesbît bikin.

Di bingeha xwe da, di naveroka xwe da tekoşîna Kurdên Bakûr û Tirkiye tekoşîna HEBÛNÊ ye!
Divê Kurdên Bakûr di rewşa îro da bikaribin bingeha paradîgma xwe li ser vê esasê deynin.
Tevgerek, kampanyayek û rêxistinek ku li ser esasa paradîgma nû xwe bi rêxistin bike, divê şêweya xebata xwe jî, programa xwe jî li gor paradîgmaya nû bihonîne. Rewşa tevgera Kurdistana Bakûr û Tirkiye di roja îro de dev ji serxwebûn, federasyonê berdin, nikare otonomiya heremî jî hilgire. Ji ber vê yekê divê em bikaribin bê tirs, bê dudilî ji daxwazên maksimal ku me berê diparastin, dakevin, daxwazên ku îro em dikarin bi dest xînin. Ev jî daketina sewiye programa ZİMAN û NASNAMA NETEWEYÎ ye.

Di roja îro de ziman û nasnameya bi milyonan Kurd li Tirkiye û Kurdistana Bakûr hîn jî qedexe ye. Bi gotineke din zêdeyî 20 milyon Kurd Tirk tên hesibandin, tên asîmîlekirin, Kurdî (kurmancî, zazakî) li ber wûndabûnê ye. Tevgerên Kurd divê vê rastiya tahl bibînin li gor wê gavên pêywist biavêjin.

Tu hêz, tu alî ku xwedî daxwaza zimanê Kurdî be divê ji ber bahaneyên idelojik û siyasî neyê biçûkdîtin, piştguh kirin. Divê rêna bibînin, peyda bikin da ku her aliyên ku xwedî daxwaza zimanê Kurdî ye, bi hev re bişuxulin. Çîmentoya herî bi hêz û qewîn ku Kurda bîne li ba hev ziman û nasname ye.
Zimanê Kurdî (kurmanci û zazakî) wasiteya herî girîng e ku em bikaribin xwe bighînin milyonan. Tu xebatek ku ziman û nasname bide pêş, divê biçûk neyê dîtin.
Ji ber vê ew dezgehên ku perwerdeya zimanê Kurdî dikin (wek Unîversîta Mêrdînê) dixwazî bi destê dewletê ve hatibe avakirin, dixwazî ew xebata ziman ku bi destê belediyeyên ku di destê DBP û HDP de dihat meşandin, xebatên perwerde ku bi destê komelan wek Kurdî-Der tê meşandin, rojname û kovarên Kurdî, kitêb, şano, film, muzik, radyo û televîzyonên Kurdî biçûk neyên dîtin.
Ji bo zarokan bişînin dersên bijarte ya Kurdî ku dibistanên navendî da dewletê rê daye, çima kampanyayên welê neyên meşandin. Ew kesên ku di nav tevgera siyasî ya Kurd de ji bo daxwazên maksimal dikarin qiseyên qor bikin û lê, zarokên xwe naşînin dersên Kurdî? Çima tevgera Kurd, rê dide kesên wuha ku li ser pişta tevgera Kurd quretiyê dikin û ji bo ziman û nasnameya Kurdan tiliyên xwe nalebitînin?

Di malên xwe de, taxa xwe de, mizgeftên xwe de, xaniyên Cem de, cîhê karên xwe de, qehwexanên xwe de, rêvitiyên xwe de, davet û şînên xwe de, çima em kurmancî zazakî qise nakin? Çima civînên partiyan de, komelan de, meş û mitîngan da zazakî kurmancî napeyivin? Rast e, dewlet zimanê me qedexe kiriye! Rast e siyaseta asîmilasyonê dimeşîne! Baş e, em bi xwe çi dikin? Em bi xwe li ku derê ne? Em weke bilibil fêrî (hînî) tirkî dibin, em bi wê ve jî namînin di ser de, zimanên din jî, fêr dibin, dema dor tê Kurdî, gellek ji me dibêjin ‘’Ez Kurd im, lê Kurdî nizanim’’ bê ku şerm bikin pesna xwe didin dibêjin em gellek zimanan dizanin! Hema tenê li Ewrupa bi sedan kadroyên siyasî hene ku bi salan di nav tevgera Kurd de cîh girtine, fêrî tirkî zimanên Ewrupî bûne, lê zimanê Kurdî hêjayê fêrbûnê ne dîtine.
Baş e, me fêhm kir, dewletê me asîmîle dike. Em rexne li siyaseta asîmîlasyonê digrin lê em bi xwe çi dikin? Divê em bixwe ji dil asîmilebûnê re, bi hemdê xwe asîmîlebunê re bikaribin bêjin na, da ku ew hêza ku dixwazî te asîmîle bikî, rêzê li te bigrê û rêz û îhtîramê li sekna te û daxwaza te bigrî. Eger em van tiştan pêk bînin, hingî dikarin daxwazên xwe bidin pêş, hingî em dikarin ji dewletê re bêjin;

Komara Tirkiye, têbiniyên xwe Peymana Mafên Zarokan ya YN hilde.
Divê Kurdî, ji baxçê zarokan heta universiteyê bibe zimanê perwerdê.
Divê dibistanên ku mamosteyên Kurdî perwerde bike bên vekirin.
Divê zimanê fermî yê Kurdistanê Kurdî be.
Programên perwerdeya sistema Tirkiyeyê de naverokên antî-Kurd divê bên paqijkirin.
Talep û daxwazên bi vî rengî mirov dikare firehtir bike.

Kurtebirî, divê em bikaribin bêjin;
Ez ziman û nasnama xwe ya Kurdî dixwazim.
Ez naxwazim ezbûna min (hebûna) bê guhertin.
Ez dixwazim weka xwe bim, weka xwe bijîm.
Ez naxwazim bibim tiştekî din ji eslê xwe, ji kesayetiya xwe, koka xwe dûr bikevim.
Ez dixwazim nasname û zimanê min ê Kurdî weke mafekî di destûra esasî de bê parastin.
Şêweya xebata platform yan jî tevgereke ku li ser bingeha ziman û nasname bi avayeke sivil, aşkere, meşru bê honandin çawa be?

Kesayetiya Kurd bi kesayetiya Tirk ve, zimanê Kurdî bi zimanê Tirkî ve tê bişavtin, helandin, wûndakirin. Divê herkes pirsa, ezê li hember vê tehdîdê çawa bisekinim ji xwe bikî. Bi milyonan Kurmanc û Zaza bûne Tirk. Ev Tirkbûna Kurdan weka berê ne di asteke hindik de ye, îro beşekî mezin ê Kurdan daye ber xwe.

Divê herkes li gor xwe, bersiva li hember asimilasyonê metoda xebatê wê çawa be bide.

Bersiva min,
Kurdî bipeyive, nasnama xwe ya Kurdî, neveşêre, nebe xwedî kompleks, çawa ku Alman bûn, Ereb bûn, Tirk bûn, Tacik bûn, Bulgar bûn, Rus bûn xwezayî ye, Kurdbûn, kurmanc bûn, zaza bûn, Êzdî bûn, Ehlî Heq bûn jî xwezayî ye...

Bersiva metoda xebatê (tekoşînê) hevokek e; Weka xwe bijî...
Çiye weka xwe jîyin? Weke Kurdekî bijî, bi Kurdî bipeyive, bi Kurdî bixwîne, bi Kurdî binivisîne, bi Kurdî bifikire, bi Kurdî evîndar be, bi Kurdî pevçûnê bike, bi Kurdî xewna bibîne, bi Kurdî xiyalan bike, bi kurtebirî bi Kurdî bijî, bi Kurdî bimre. Wek gorbehişt şaîr Hêjar Mukriyanî gotiye, tu jî ‘’bi kurdî dijîm, bi kurdî dimrim, bi kurdî didim wulamî qebrîxom, dîsan bi Kurdî zindî dibim...’’ bêje, da ku hebûna te ji holê ranabe, tu, hebûna te, hebûna milletê te wûnda nebe!...

Di rewşa îro de, ji bo Kurdên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn, tekoşîna herî bi rûmet û hêja, xwedî lê derketine ziman û nasnameya Kurdî ye. Pêşniyarên dî ji bo xapandina Kurdan in, tevlihevkirina armancên Kurdan, mijûlkirina Kurdan in.

Çima?
Ji ber ku hedefa wan, hebûna te ye!
Çawa qesda hebûna te dikin?
Bi tunekirina ziman û nasnama te ve!
Tu çawa li hember vê tehdîdê derkevî?
Xwedî ziman û nasnameya xwe Kurdî derketin ve...

Pradîgmayeke nû, li gor daxwaz û programa vê paradîgmaya nû, şêwekî nû ya xwe birêxistinkirinê, metodên xebatê û gihiştina kultureke polîtık a nû jî bi xwe ra tîne. Gelo hêzên siyasî yên Bakûr ku xwedî tarîx û tecrûbeke 40-50 salî ne bê ku dev ji armanc û programên xwe yên siyasî berdin, di rewşa Kurdistanê û Tirkiyeyê da dikarin li gel hêzên sîyasî demokratîk platformeke pêk bînin û ji bo bidestxistina mafê ziman dest bi kampanyeke milî bikin?