Komkujiya Amûdê…ji bo komkujî dubare nebin

Kurd24

Şeş sal di ser komkujiya Amûdê re derbas bûn û tiştê ku ji aliyê desthiladaran ve hetiye kirin, ne tiştek.

Li Sûriyê ji Buhara 2011an ve deriyê guhrtinên mezin vebibû, ciwanên Kurd jî di wan deriyan re dixwestin derbasî welatekî nû bibin ku tê de xwedî rûmet û nirx bin.

Li kolanan ji bo azadiyê dikirin qîrîn, hêza ciwanan hokarê her guhertinekê ye. Ciwan ji bo serfirazî û azadiyê, xwepêşandan, meş, mîtîng û hemû core çalakiyên şoreşeke sivîl û gelerî li kolan û şeqamên bajarê Amûdê lidardixitin.

Ji xwe di dîroka Rojavayê Kurdistanê de Amûdê bajarekî bi hejmara xelkê xwe biçûk e lê bajarekî simbolîk û bi nav û deng e û tê naskirin ku xelkên Amûdê sitemkariyê danaqurtînin û herdemê dixwazin serfiraz bijîn.

Lewma dijminan gelek caran bi tawanên mezin ta demekê deng ji Amûdê û ji amûdiyan bilandine, lê her derfetek çêbûye û dê çêbibe Amûdê û xelkên xwe serî radikin û daxwaza serfiraziyê dikin.

Di wan deriyên ku vebûn ji bo henaseyên azadiyê, siyasetmedarên Kurd û partiyên wan yên siyasî ku ev qederê 50 salî bû hebûn, ne li gorî wê tevgera ciwanan bûn û nikarîbûn ji bo pêkanîna armancên wan xwe li hevbigrin û bibin dengê şoreşê. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi heman felsefe û îdiyolojiya Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) kar û xebata xwe dike û ti raman û fikrekî cuda li ser zemîna ku ew lê hebe qebûl nake, çinku xwe bi tenê rast dibîne û dibîne ku ne tenê xelasiya Kurdan li ser destên wan e, lê belê ew xelasiya cîhanê bi tevahî li ser destên xwe dibîbnin!!, dizanîbû heger ne bi tawanên mezin û hêza çekan be nikare deng heta demekê ji bajarên Rojavayê Kurdistanê û bitaybet Amûda şewitî, Amûda bavê Mihemed nebedî bike, bitaybet dema ku aliyek bixwaze bi hêza çek û çekdaran desthilatê bidestbixe.

Lewma derfetek baş bû ku di roja 27.06.2013 an de PYDê çavên xwe yên sor û dengê çekên xwe û ferzkirina rengê xwe li Amûdê vede û hemû reng û dengên din tine bike an jî heta demekê nehêle ev deng werin bihîstin.

Bitaybet ku di wê demê de û li ser dirêjeya 10 rojan dengê ciwanên Amûdê li dijî desthildariya PYDê û kiryarên wê bilindbibû û ciwanên Amûdê konên mangirtinê vedabû, daxwaz dikirin ku çend hevalên wan ên çalakvan serbest ji zindanên desthiladariya PYDê werin berdan, wan çalakiyan metirsî xistibû dilê desthildaran.

Lewma di wê rojê de û bi behaneyên pênebawer yên ku serkirde di Tevgera Civata Demokratîk (Tev- Dem) de Aldar Xelîl di pirtûka xwe de gotiye û sivkayetî bi xwîna şehîdan kiriye, ew komkujî hat kirin.

PYDê xwest desthiladariya xwe netenê li kolan û şeqaman bicihbike, lê belê di dil û çavan de jî tirsê biçîne û ji Kurdan re bêje ez ji îro pêve hakimê vê deverê me, û çi aliyê bêje na em dê waneyekê wek a Amûdê ji wan re bêjin.!!

Lewma ji roja komkujiya Amûdê ve, pêla penaberî û koçberiya dengên cihêwaz bêhtir bû û hêvî di landikê hat qurmiçandin, çinku vê carê aliyekî ku dibêje ez ji bo mafê Kurdan dixebitim, lê di heman demê de bi dilekî sar çek li dijî sivîlên Kurd bikartîne û bi guleyên segvanan çalkavanan nêçîr dike û sivkayetiyê jî bi êş û azarên malbatên qurbaniyan dike û dibêje me û wan li ser xwîna şehîdan lihev kiriye desthilate û komkujî di bin siya desthilata wan de kirin.

Komkujiya Amûdê bi destê çekdarên aliyekî siyasî ve hat kirin, herdemê heger bidestxistina desthilatê li vî welatî bi vî şêweyî be wê şehîd û qurbaniyên sivîl bi vî rengî hebin û wê ti deshtilat bi vî awayî rewatiya xwe bidestnexe, û normal e ku desthilatek ne bi dengê xelkê bûbe hakim wê desthildariyek stemkar be.

Ji bo rondikên dayikan bes bibarin, ji bo şehîd di gorên xwe de vehesin û ji bo kiryarên bi vî awayî dubare nebin, pêwîst e tawanbar ji kîjan alî be bila bibe, werin dadgehkirin, desthilt bi dengê xelkê were bidestxistin ne bi hêza tinvingê, herwiha pêwîst e desthildarên niha lêborînê ji xelkên Rojavayê Kurdsitanê bi tevahî û bi taybet ji xelkên Amûdê bixwazin û çi kesê sivkayetî bi xelkên Amûdê kiribe were dadgehkirin li ber dedgehek bêalî, wê demê dibe ku em rûpelekê ji rûpelên şoreşa rojava bitewînin û ber bi jiyanek aram ve biçin.