Tîfaqa AK Partî û MHP Ber Bi Mirinê Diçe/Sonda Nîjadperest …

Kurd24

Li Tirkiyeyê rojev germ û dewlemend e. Her roj, dema ku mirov telewîyonan temaşa dike, dibîne ku nûçeyek û agahdariyek “flaş”, an jî “Deqîqeya Dawî” nûçeyek tê pêşkêş kirin. Mirov ecêb dimîne.

Mirov dema sibê ji xew radibe telewîzyonan temaşe dike û sereknivîsên rojnamereyan dixwîne, dibîne, ku Tirkiye, Tirkiye ya duho nîne. Gelek bûyer û qewimîne. Hemû jî bûyerên gelek girıng û stratejk in.

Li cem vê rewşê, di rewşa Tirkiyeyê de bûyerên daîm û her roj dubare dibin û nayê guhertin hene.

Mijara yekemîn,  hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê, her roj li hemberî PKK operasyonên reşayî û hewayî didomînin. Encama operasyonan endamên PKKê yên tên kûştin tên diyar kirin. Ew agahdariyan dilê mirov reş dikin. Lê ji aliyê din de Hikûmeta Tirk ji bona ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bike; hewildenek jî nake. Diyar e ku PKKê jî, ji kûştinên hevalên xwe gelek kêfxweş e. Lewra naxwaze ku şertên Kurdistan û Tirkiyeyê ji çav derbas bike. Naxwaza ferqa Tirkiye û dewletên din yên Rojhilata Navîn bibîne. Loma jî di awayê şerê xwe de û stratejiya xwe de guhertinekê nake.

Mijaran duyemîn li Tirkiyeyê, mijara Sûriyeyê ye. Li Tirkiyeyê 24 saetan pirsa Suriyeyê, şerê hûndir yên Sûriyeyê, rewşa koçberan, herêmên tên îşgal kirin tên qise kirin; di radyoyan û telewîzyonan de nûçe tên pêşkêş kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê û berpirsiyarên Hikûmeta Tirk her roj di derbarê Suriyeyê de şirovan û daxuyaniyan didin.

Lewra mijara Suriyeyê gelek xelekên digre nav xwe.

Li aliyekî rejîma Baasê heye. Tirkiyeyê bi her awayî li dijî rejîm û desthilatdariya Sûriyeyê ye.

Li aliyekî Îran û Rûsya heye. Di esil de Tirkiyeyê ji wan jî kêfxweş nîne. Lê ji mejbûriyetê bi wan re di nav tîfaqekê de ye.

Bi taybetî jî eleqeya Rûsyayê û Tirkiyeyê bal dikşîne. Lewra Dewleta Tirk wek endama NATOYê gelek nêzikî Rûsyayê xuya dike.

Ji bona vê jî Emerîka û Yekıtiya Ewrûpayê him ji aliyekî de ji pêwendiyên Tirkiyeyê û Rûsyayê  eciz in. 

Ji aliyekî de jî li Tirkiyeyê di derbarê Sûriyeyê de bi Rûsya û Tirkiyeyê re Elmanya û Fransa civîn li dardixin. Li ser mijarên stratejîk li hevdu dikin.

Di navbeyna Tirkiyeyê û Emerîkayê, di derbarê Sûriyeyê de bi taybetî jî di derbarê PKK/PYDê de nexweşî û nekokiyeke mezin heye. Ji bona nekokî mijarên din jî lê zêdebûn.

Mijara kêşe, mijareke girîng bû ku navbeyna Tirkiyeyê û Emerîkayê xerabtir bibe. Lewra Tirkiyeyê ambargo da ser tîcareta Tirkiyeyê û du wezîrên wan qedexe kir ku nekevin Emerîkayê.

Girêdayî van pêwendiyan li Tirkiyeyê rewşa aborî gelek xerab bû. Dolar gihîşte 7,5 lîrayên tirkan.

Li Tirkiyeyê, bihabûnê dest pê kir. Her çiqas hikûmet qebûl neke jî, ehwala qrîza aborî derket holê. Di vê merheleyê de jî ev ehwala bi rengekî din dom dike.

Her çiqas dolar daket 5,5 lira tirkan jî, parametreyên aboriyê yên maxsîmum û mînîmûm ji aliyê hikûmetê de baş bên nîşan dan jî, rewşa aborî jiyana kurdan û tirkan tehdît dike.

Dewleta Tirk piştî ku Rejîma Baasê bi PKK/PYDê tîfaq kir û pişt re jî Emerîkayê şerê xwe yê wekaletê bi destê PKK/PYDê meşand, dibêje ku dê DAEŞê û PKK/PYD ji Sûriyeyê û ji Rojavayê Kurdistanê paqij bike.

Encama vê stratejiya xwe Cerablûs, Elbab, îdlîb, Efrîn (Çiyayê Kurd) îşgal kir. Nuha jî dibêje ku ezê deverên din yên Rojavayê Kurdistanê ji PKK/PYD rizgar bikim.

Piştî ku serokkomarê Dewleta Tirk qala operasyona “Rojhilatê Firatê” kir, li Tirkiyeyê ev pirsa bû rojeva germ û derkete pêşiya hemû rojevan.

Lewra beriya vê, mijara Menbbîçê li Tirkiyeyê girîng û mijareke sereke bû. Lê serokkomar got, ku divê em mijarê Menbîçê bidin aliyekî, divê em Rojhilata Firatê mezê bikin.

Loma jî Rojavaya Kurdistanê bû rojeve yekemîn.

Dewleta Tirk, ji bona ku nabza dewletan bigre û helwesta wan murakebe bike, Rojavayê Kurdistanê bombaran dike. Heta nûha jî, ji dinyayê, ji Yekîtiya Ewrupayê, ji Rejîma Sûrieyê, Rûsyayê tu reaksîyonek û protestoyeh diyar nebû.

Balkêştir mesele ew e ku Emerîka bêdeng e.

Di heman dem de di derbarê 3 berpirsiyarên PKKê de biryareke girîng da û ew xistin lîsteya terorîstan.

Ev mijara bi serê xwe hewcedarî analîz û niqaşeyekê ye.

TÎFAQA AK PARTÎ Û MHP JI BO KURDAN ÇÊ BÛ…

Li Tirkiyeyê girêdayî van hemû mijaran, rojeva siyaseta hûndir jî germ e. Hilbijartinê Herêmî li Tirkiyeyê bi gelek cureyan tên niqaşe kirin. Kî dê kê re tîfaq bike, Tîfaqa Cumhur dê di hilbijartina herêmî de bidomîne, an nedomîne bûn mijarên girîng.

Di encamê de Tîfaqa AK Partî û MHPê girêdayî gelek sedeman ji holê rabû. Biryar hat dayîn ku her kes nexşerêya xwe bidomîne.

Divê baş zanîn ku AK Partî piştî ku bû hikûmet di gelek mijaran de reform çêkir. Li hemberî Kemalîstan helwest nîşan da.

Li Hemberî Kemalîzmê helwest nîşan dan, dihat wê wateyê ku dewleta kolonyalIst ya Tirk dê têk biçe. Bi taybetî jî gavên di pirsa Kurd û Kurdistanê bê avêtin zêdetir zerarê dide dewletê, heta bombayê dixwe bingeha dewletê.

AK Partiyê di mijara kurd de jî gelek gav avêtin. Heta referanbdûma serxwebûna Kurdistanê bi Desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serok Barzanî re di nav pêwendiyên stratejîk de bû.

Ev  helwesta AK Partriyê zêdetir xwediyê dewletê tirsandin. Lê Kemalîstan nedikarî bi AK Partiyê re raste rast bikeve nav tîfaqekê û pêşiya AK Partiyê bigre. Lê AK Partî ji gelek aliyan de xistin zehmetiyê. Fettullahçî li serê AK Partiyê kirin bela. Ji aliyê din de ji bona Sûriyeyê, İranê pêvajoya çareserî ji bonadawî bê, şerekî wekaletê û şerê Xendekan derxist. Kemalîstan û çepan jî piştgiriya vî şerî kirin.

AK Partî di wê merheleyê de li tîfaqan geriya. Beşekî Kemalîstan û MHPê re tîfaq çêkir. MHPê jî, ji bona ku AK Partiyê ji kurdan û ji mijara kurdan dûr bixwe, bi Ak Partiyê re tîfaq çêkir.

MHPê di mabest û stratejiya xwe de serkeftî bû. AK Partî, roj bi roj ji kurdan dûr ket. Bi tundî li Başûrê Kurdistanê li dijî referanbdûma serxwebûna Kurdistanbê derket. Ji bona ku Kerkûk û gelek deverên Kurdistanê bên îşgal kirin, ji Dewleta Kolonyalîst ya Iraqê re tîfaq kir, alîkarî kir. Bi îranê re bû piştgir.

Ferqa teserrufên AK Partiyê, nijadeperst û kemalîstan zêde nema.

DI HEMANDEM DE TÎFAQA AK PARTÎ ü MHP’Ê JI BO KURDAN BER BI XIRABÛNÊ DIÇE Û SONDA NÎJADPEREST…

AK Partiyê, piştî ku bi MHPê re tîfaq çêkir, di nav kurdan de giraniya xwe wenda kir.

Ak Partiyê, Ji dengan zêdetir îtibara xwe din av kurdan de wenda kir. Tê zanîn ku beşek kurd di wê nerînê û baweriyê de bûn, ku desthilatdariya AK Partiyê dikare, mijara kurd re bibe çare.

Lê dema ku AK Partiyê bi partiya nîjadperest û li dijî kurdan MHPê re tîfaq çêkir, baweriya ew beşek kurd jî şikest.

AK Partiyê û hewirdorên wê, ji vê rewşê gelek eciz bûn: Loma jî diviya bû ku AK Partî bi awayekî. gav bi gav ji MHPê dur bikeve.

Wek tê zanîn sonda nîjadperest di sala 2013an de ji aliyê Hikûmeta AK Partiyê de ji holê rabû û qedexe bû, ku xendevanên dibastana destpêkê, navîn, bakeloriyê vê sonda venexwin.

Lê Daniştayê derfetek dît piştî 5 salan ev teserrûfa îdarî ya AK Parriyê ji holê rake.

Daniştayê ev biryara bi piştgirî û teşwîka Kemalıstan û nîjadperestan wergirt. MHPê jî, ji biryara Dadgeha Daniştayê xwedî derket û piştgirî kir.

Ev di navbeyna AK Partî û MHPê de bû nekokiyeke girîng.

Gor baweriya min tîfaqa ji bo kurdan, ji bona ku AK Partî ji kurdan dûr bikeve hatibû avakirin, dîsa ji bo kurdan ber bi mirinê diçe.

AK Partî û MHPê biryar girtin kû di hilbijartinên Herêmî de tîfaq çê nekin.

AK Partiyê di “Sonda Nîjadperest” de helwesteke gelek baş û îzafî demokratÎk nîşan da. Ji bona ku ev sonda nîjadperest nekeve jiyanê, xebat dike û şerekî dijwar dimeşîne.

Divê kurd di vê mijarê de ji AK Partiyê re bibin alîkar û piştgir.

Li wir jî nesekinin, AK Partiyê teşwîk bikin ku di pirsa kurd de gavên din yên bingehî; bi taybetî jî di pirsa perwerdayî ya zimanê kurdî gav bavêje.

 

Amed, 08. 11. 2018