Ocalan û Grêwên Birçîbûnê….

Kurd24

PKK DIBÊJE “BERXWEDAN JIYAN E.” LÊ OCALAN, WEK SEROKÊ PKK DI JIYANA XWE DE BI XWE DIBÊJE, “MIN ÇEK BI KAR NEANİYE.” HER KES JÎ DIZANE KU WÎ TU WEXT MIL NEDAYE HEVALÊN XWE ŞER NEKIRIYE. DI DADGEHÊ DE JÎ LI BER XWE NEDA. GELO DI HEPSÊ DE ÇIMA LI BERXWE NADE?  KESÊN DIN ÇIMA JI BONA WÎ XWE DİKÛJIN Û DKEVIN GRÊWA BIRÇIBÛNÊ?

Di van rojên dawî de ji bona rewş û ehwala Ocalan, li hepisxanan û li derve grêwên birçibûnê hene.

Parlamenterên wî jî, girêdayî biryara Qendîlê dest bi grêwa birçibûnê kirin. Gor baweriya min ev biryara Qendîlê jî gelek şiklî ye. Gelek deme ku agahdariya Qendîlê ji Ocalan tune ye. Qendîl bi Ocalan re jî eleqeder nabe.

Tê zanîn ku Ocalan û Qendîl du navendê cûda ne. Her yek gor xwe tevdigere. Ev dubendiya piştî “pêvajoya çareseriyê” û bi taybetî jî piştî “Şerê Wekaletê Xendekan” gelek zelal derket holê.

Ji bona Qendîl jî, endam û tereftarên xwe bixapîne, an jî di vê qonaxê de ji Ocalan sûd û fêde werbigre, Ocalan xistin rojevê. Loma jî grêwa birçibunê dest pê kir.

Grêwa birçibûnê carek din derfet da, ku mirov li ser şexsiyet û helwesta wî bi giştî raweste.

Tê zanîn, ku di çanda PKKê de teoriya en zêde jê tê qal kirin, “berxwedan jiyan e.”

Loma jî Ocalan her demê jî, ji çekdarên xwe re, bi wateya mitlaq dibêje, ku li ber xwe bidin; xwe bidin kûştin.

Çekdarên wî jî bi biryara wî xwe didin kûştin.

Ji girtiyên PKKê yên hepsê re dibêje, li berxe bidin.

Ew li ber xwe didin. Dikevin grêwê birçibûnê û xwe didin kûştin.

Ji girtiyan re dibêje, ku li dadgeha PKKê û îdeolojiya wê û serok û serokatiyê biparêzin. Girtî li dadgeha her çiqas bi awayekî gelek tevlihev be jî, li ber xwe  didin.

Di demên berê de berpirsiyar û endam û tereftarên PKKê yên ji bona parêznameyên xwe yên li dadgehê, hatine kûştin, eşkence dîtine, cizayê zêde girtine, hene.

Ocalan, emir da, PKKêyiyan hevalên xwe înfaz kirin û fetisandin û eşkence kirin.

Dîsa Ocalan emir da, PKKêyiyan kurdperwer înfaz kirin û kûştin.

Ji aliyê din de endam û tereftarên PKKê li Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê, dema ku Ocalan hat girtin û anîn Tirkiyeyê, pişt re jî ji bona ku anîn Tirkiyeyê û ji bona azadiya wî xwe şewitandin.

Gelo dema endam, tereftarên PKKê ev yeka kirin û dikin, ku nûha jî grêwa birçîbûnê dimeşînin, helwest û pozîsyona Ocalan çibû û çi ye?

Hîç şik tune ye, ku mirovên doza milî, siyasî, çiniyatî; serok û berpirsiyarên heman dozan li her derê, li her platformê doza xwe diparêzin; ji bona doza xwe mirin didin berçav.

Loma jî, serokê PKKê û serokê tevgera gerîllatiya çepitî ji Ocalan ev yeka payîn gelek xwezayî ye.

Li aliyê din dema li ceraibandina tevgera gerîllatî ya Emerîkaya Latîn û heta gerillatiya Tirkiyeyê, serokê wê tevgerê Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya her dem li pêş tevgera gerîlayên xwe bûn.

Bi ew helwesta xwe jî hatin kûştin.

PKKê, Kubayê û Çinê ji xwe re wek mînak nîşan dide, wek model hildibijêre. Ew ceribandinan jî bê şik diyar dike ku Mao Ze Dung û Castro û Che Guevara li pêşiya gerîllayên xwe  şer dimeşandin.

Ceribandina Kurdistanê ne hewceye ku em ji bona Ocalan wek mînak û model nîşan bidin. Em dizanin ku ew li dijî tevgera milî ya Kurdistanê û serokên Kurdistanê ye.

Tê zanîn, ku Serokên Kurdistanê bi xwe her dem di nav şer de bûne û ji pêşmergeyan re serleşkerî kirine.

Ocalan, gor Çetîn Gungor û Mehmed Şener nivîsandiyê û gelek berpirsiyarên PKKê yên din jî tînin ser zimên, dema di sala 1979an de  PKKê dikeve tengasî û li hemberî PKKê operasyon dest pê dikin; beşek hevalên PKKê ji derveyî projeya dewletê tevdigerin; wê demê Ocalan dibêje “dema ez bêm girtin û li min eşkence bibe, ezê bibim îtirafçi. Loma min derxin derve.”

Ocalan bi vê helwesta xwe di wan deman de diyar dike ku mirovê dozê nîne.

Loma PKKê wê demê mecbûr dibe di derbarê wî de biryara derxistina derveyî Tirkiyeyê bidin.

Ew jî, encama vê biryarê derdikeve diçe Sûriyeyê û Lubnanê.

Bi hevalên xwe û bi gel re eleqeya wî namîne.

Ocalan, dema li ku Sûriyeyê û Lubnanê ma, hevalên wî, endam û terefatarên PKK ji aliyê rêxistina Sûriyeyê El Saîka û rêxistinên Filîstînê ve, ji bo leşkerî perwerde dibûn, wî wek serokekî tevgera çekdar û gerîllayî, perwerde nebû.

Bi riya rojnamevanên bi navûdeng, wek peyamekê ji Dewleta Tirk bişîne, Digot “ez debance nadin pişta xwe. Ez dabençeyê nikarim bi kar bînim.”

Mamosteyên wî ew riya didan pêş wî.

Ocalan, ev nerînên xwe dema hat darizandin jî çend caran li ber dadgehê dubarê kir. Got “ez ji kûştin û çalakiyên PKKê berpirsiyar nînim. Hemû çalakî ji derveyı îradeya min pêk hatin. Agahdariya min ji wan çalakiyên hûn qal dikin, tune ye.”

Wek serokekî xeter û otorîter ya tevgera gerîllayî û çekdarî, hîç demekê fiîlên û rasterast pêşengî ji gerîlayên xwe re nekir, wek gerîlayekî nekete nav şer.

Lê li ciyê rûniştîbû, biryarên bê serûber da,  her carê dehan hevalên xwe da kûştin.

Projeya dewletê serkeftî pêk dianı.

Wek tê zanîn, Sûriyeyê ew negirt, teslîmî Tirkiyeyê nekir. Ji wî re got ku “ji Suriyeyê derkeve. Tu bixwe biryar bide,ku tuyê biçî kû?”.

Li hemberî ev helwesta Suriyeyê, tiştên ji Ocalan dihat payin ew bû, ku ew biçe çiyê cem heval û gerilayên xwe. Wî ji tirsa ev yeka nekir, welat welat geriya, di encamê de girêdayî planekê, “bi daxwaza xwe hat Tirkiyeyê.”

Dema ku hat Tirkiyeyê û li belafirxaneyê peya bû, ala teslimiyetê bilind kir. Got, “ez amade me ku xizmetî dewleta xwe (Qesta wî dewleta Tirk ya kolonyalîst bû) bikim. Bikevim xizmeta dewleta xwe.Diya min jî tirk e

Tê zamîn ku di lêpirsînê de di derbarê hevalên xwe, serokên kurdan û partî û rêxistinên Kurdistanê de gelek agahdarî da. Agahdariyên wî  dehan dîsketan tijî dike.

Ocalan, di dadgehê de doza xwe û PKKê neparast.

Ji dayikên leşkerên Tirk lêborîn xwest û lê ji bona dayikên kurd pêwîst nedît ku tiştekî bibêje.

Dadheha wî heger wî li ber xwe bida çend salan diajot, lê ji bona teslimiyeta wî, doza wî di 15 rojan de qediya.

Wek tê zanîn doza yek û an jî grûbek endamên PKKê çend salan diajo.

Di hepsê de hevalên wî ji bona wî ketin grêwa birçîbûne, ew neket.

Di esil de mijar, wî eleqeder dike.

Lê di kevneşopiya û çanda şoreşgerî de, bi taybnetî jî di çanda çepitî de serok, beriya milîtanên xwe dest bi kar dikinn. Di çalakiyan de ew serokatî dikin.

Loma jî divê Ocalan beriya hevalên xwe dest bi birçîbûna grêwê bike. Lê berê nekir, nûha jî nake.

Hîç şik tune ye ku eleqa vê helwestê bi şoreşgerî û çepitî re tune ye.

Beriya vê çend salan, dîsa ji bona Ocalan grêwa birçîbûnê dest pê kir. Bavekî girtiyabn nameyek nivîsand ji min re şand. Got, ku “Ocalan bi xwe çima nakeve grêwa birçîbûnê?”

Min jî ev nameya ji raya giştî re pêşkêş kir, ev bi xwe li Tirkiyeyê bû bûyereke mezin û bir rojan di telewîzyonan de hat qise kirin.

Hîç şik tune ye ku Ocalan kurdan biçûk û xulam dibîne. Loma jî wan bir kar tîne ji bona berjewendiya dewletan.

Biçûkdîtina wî ya kurdan di gelek hevpeyvînên wî de diyar dike. Gelek caran ez jî di nav de gelek nivîskarên kurdperwer li ser vê mijarê nivîsandine.

Lê PKKêyiyan û murîdên wan mesele fahm nekir.

Nuha jî heman şano/tîyatro tê lîstin. Ew bi xwe gelek rehet e û tiştekî nabêje, nakeve grêwa birçibûnê, parlamenter dikevin grêwa birçî-bûnê.

Gelo ev çi aqil e?

Qendîl, PKKê, parlamenterên Ocalan dê heta kîngê gel bixapînin?

 Amed, 09. 12. 2018