Rastiya Qrîza li Tirkiyê

Kurd24

Tirkiye ev du hefte ye ku bi qrîzeke aborî diheje. Dema meriv li derketina vê qrîzê mêze dike, tiştê li ber çav bi kurtî ev e: Tirkiyê, bi hinceta pêwendiyên bi rêxistina Feto ra keşîşê Amerikayê bi navê Norine Brunson xistibûn hefsê. Emerikayê jî di her firsendê da vê merivê xwe ji Tirkiyê dixwest, bi gotineke din doza wê yekê dikir ku keşîş Brunson rojek zûtir bişînin Emerikayê. Li ser nebicîanina vê daxwazê, Emerikayê mueyîde danî li ser du wezîrê Tirkiyê yê navxweyî û edaletê. Li ser vê helwesta Emerikayê, aboriya Tirkiyê di nav du hefteyan de serûbin bû. Nirxê dolarê û euroyê carek da sedî 40 bilind bû. Bi gotineke din Tirkiye bi hewleke Emerikayê di du hefteyê da sedî 40 feqir bû.

Pişt da Emerikayê di derbarê Tirkiyê da çend gavên din jî avêt, ji bo hîn kelûpelên Tirkiyê, wek pola ûwd rêjeya gumrikê zêde kir, firotina firokêyên şer ê bi navê F 35 bo Tirkiyê paşt da avêt û herwisa biryar da ku bankeyên dinyayê kredî nedin Tirkiyê.

Li vir du pirsên esasî derdikevên holê.

Yek, gelo çira mueyîdeyên Emerikayê ewqasî tesirek mezin li ser aboriya Tirkiyê peyda kir?

Du, gelo sedemên vê qeyaranê yên bingehîn, yan jî rastiya vê qrîzê çi ye?

Ji bo pirsa ewil tiştên ku bên gotin ev in. Carek aboriya Tirkiyê pir saxlem ni ne. Her çiqasî ji aliyê meziniya xwe ve Tirkiye di warê abori yê da li dinyayê di rêza 20an da be jî, ev mezinahiya Tirkiyê li ser deyndariya derve pêk hatiye. Li nîspet mezinî û ixracata Tirkiyê, ithalat-derhanîna Tirkiyê gelek zêde ye. Deynê Tirkiyê zêdeyê qeweta wî ye. Ev yek jî Tirkiyê dixe bin bandora derve. Di bûyerên dawî da jî xwuya kir ku, di livêkê biçûk da aboriya Tirkiyê qulepanî dibe, hewleke biçuk yê Emerikayê dikare hevsenga aboriya Tirkiyê serûbin bike.

Em werên li ser rastiya qeyrana li Tirkiyê…

Bi nêrina min qeyrana Tirkiyê ya mezin ne ya abori ye, qeyrana mezin a esasî qeyraneke siyasî ye. Qeyrana aborî tenê encama qrîza siyasî ye. Qeyrana siyasi jî du aliyên xwe hene. Yek jê nebûna demokasiyê li Tirkiyê, a diduya jî helwesta Tirkiyê ya derbarê pirsa Kurd e.

Dema em temaşe dikin, dibînin ku bi taybetî jî piştê hewldana derbeya eskerî ya 15 Temuza 2016an, Tirkiyê pişta xwe daye demokrasiyê û roj bi roj ber bi otoriterizmê ve diherike. Di dema borî da Tirkiye bi giştî teslîmê siyaseta şiddetê bû. Demokrasî qasî ku hebû ji holê rabû, zor û tehdeya li ser muxalefetê zêde bû. İro di mana wî ya rasteqîn da meriv nikare behsa siyasetê bike. Tirkiye hatiye qonaxek usa ku kesek nikare bihn bistîne. Tirs û xofê seranserê Tirkiyê dîl girtiye. Paşeroja tu kesekî ne di garantiyê da ye. Hiqûq û edalet di nava lêvê yek kesî da ye. İro pirsgireka keşîşê Emeriqayê raste rast bi pirsgireka nebûna demokrasiye û nebûna hiqûqê ve girêdayî ye. Nebuna demokrasi û hiquqê yek ji sedemên esasi ye ku sermayedar û dewlemendên derve li Tirkiyê kar nakin û di krîzeke biçuk da ji Tirkiyê direvin. Divê neyê jibîr kirin ku ji ber biryarên bêhiquq ê mehkemeyan, navbera Tirkiyê û gelek welatên Evrupayê jî di demên dawî da xira bûn.

Meseleya din, heta ya mezintirîn helwesta Tirkiyê ya derbarê pirsa Kurd e. Wek tê zanîn, Tirkiyê di 2015an da dema dev ji pêvajoya çareseriyê ber da û carek din dest bi operasyonê leşkerî kir, di heman wextê da li himber Kurdên Suriyê jî helwesta xwe guhart. Ev guhartin hat wê astê ku Tirkiyê li Suriyê bi hinceta PKKê Kurdan kir hedefa xwe ya yekemin. Ji wê rojê pê ve, her ku Amerika nêzîgê PYDê bû, navbera Emerikayê û Tirkiyê jî ewqasî xirab bû. Çinku Emerikayê PYDê bo xwe wek hevpeyman pejirand, Tirkiyê jî wek armanç. Bi goteneke din nakokiya Tirkiyê û DAYê bi helwesta wan a cuda ya li himber Kurdan destpêkir. Elbet nakokîya herdu aliyan li wir nema, piştê demek Tirkiye nêzigê Rusyayê bû. Ev tişt nerazîbûna Emerikayê hin zêde kir. Li ser biryara Tirkiyê a stendina muşekên S 400 ji Rusyayê, Emerika hîn jî hêrs bû û stendina muşekan ji Rusyayê bo xwe wek tehdit destnîşan kir.

Aniha jî Emerika û Tirkiye di mijara embargoya li ser İranê hatinê dijberê hev. Wek xuyaye Emerika dixwaze bi ablukayeke piralî pişta İranê bişkîne, daku xetera İranê jibo İsrail û bi giştî li Rojhelata Navîn bi dawî bîne. Tirkiye jî eksê Emerikayê naxwaze beşdarê embargoya li ser İranê bibe, heta dixwaze nakokiya Emerika û İranê ji xwe ra wek firsend bi kar bîne.

Niqteyeke gring jî ev e. Ev demeke ku desthelatiya AKPê di serokatiya Erdoğan da ketiye nav xeyalên dema Osmanîyan. Di serokatiya Erdoğan da Tirkiye êdî qima xwe bi rola xwe ya berê naynê. Dixwaze li Rojhelata Navîn da siyaseteke emperyal bimeşîne. Di eynê wextê de li dijê DYAyê xwe dispêre Rusyayê û hewldide ku ji nakokiyên navbera Emerika û Rusyayê istîfade bike.

Lê di hesabên Tirkiyê da çend problem he ne. Yek jê Tirkiye ev pênce sal e ku hevpeymanê Amerikayê û cihana rojava, endamên NATO û berendamê Yekitiya Ewropayê ye. Ji ber vê yekê ne mimkune ku Tirkiye bikaribe carek da pişta xwe bide Rojava û ji NATOyê derkeve. Ya diduya Rusya û Çin bi tu awayek ve ciyê Emerika û Evrupayê nagirin. Ya sisiyan ew e ku navbera Rusya û Tirkiyê ji ewqaî baş ni ne û Rusya bona Tirkiyê wek deriyeke saxlem nexuya ye. Problema çaran a esasî ji ev e, Tirkiye heta bi Kurdan ra lihev neyê, bi gotineke din siyaseteke nû û erênî neafirîne, tu alternativ yan jî ligerineke tefaqeke din ji Tirkiyê ra nabe derman.

Wêneya mezin dide xuyakirin ku li pêşiya Tirkiyê tenê du rê he ne. Yan divê Tirkiye meseleya Kurd bi awayeke eqlane, bi riya aştî û li ser bingeha wekheviyê safî bike, yan jî wê pirsa Kurd bi awayek serê Tirkiyê her tim biêşîne. Riyeke sisiyan jî tune ye.

17.08.2018