Sêqolî – Hevbeşî jî hene, alozî jî hene û zêdetir in!

Kurd24

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ragihand ku: ”Civîna Serokên Rûsya, Îran û Tirkiye di destpêka meha Îlonê de li paytexta Komara Islamî Tehranê lidar dikeve”.

Heman demê Peskov anî ziman, Civîna 4alî ya pêşniyarî, ku Serokomara Tirkiye Receb Tayyip Erdogan dixwest di navbeyna Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, Serokdewletê Rûsya Vladimir Pûtîn û Erdogan bi xwe de li Tirkiye lidar bikeve, pêk nayê. Wekî Rûsya wan vexwendinnameyek weha jî wernegirtiye.

Erdogan bi dinya-alemê da zanîn, ji ragihandinê re daxûyanî da û xwesteka xwe ya civînek weha anî ziman, lê Peskov dibêje ku: wan nebihistiye(!), tu daxwazek ji wan nehatiye kirin (!)… Dinya-alem dîsa dizan e ku, ne rast e, Peskov agahdarî liser daxwaz û hewldana Erdogan heye. Lê, “zimanê diplomasî” yê Rûsya gelek caran bi vî rengî helwêst girtiye! Zanim, lê nizanim! Dibînim, lê nabînim!

Civîna Sêqoliyan (Rûsya, Komara Islamî û Tirkiye) di demekê de pêk tê – ku her sê dewlet jî arasteyî gemaro û dorpêçên Amerika bûn e. Ji wan re dijberek-“dijminek” hevbeş peyda bûye – Amerika!

Yek ji sedemên sereke ya civîna Sêqolî ji xwe ev e: Nîşandana hevkarî û hevpeymaniya Moskow, Tehran û Enqereyê.  Di vê babetê de ji xwe gelek pirsgîrêk nîn e. Rûsya “dijminê” sal û deman ê Amerika ye. Komara Islamî ya Îranê Amerîka binav jî nake – dibêje “Şeytanê Mezin”! Pêwendî ewqas dijminane ne. Dimîne Enqere!

Ji Enqere re bêguman zehmetî heye: strukturek dewletî, jêrxaneyî, aborî, diplomasî, serbazî…ya ku bi hevkariya Amerika û Rojava ve ava bû ye. Weha yekser bavêje û biçe, ligor gelek pîsporan zehmet e, heta bêîmkan e, lê Serokomar Erdogan ya xwe got: Ger Amerika pêwendiya xwe ligel Enqere baş nake, bi ya Tirkiye neke, berjewendiyên Enqere negre ber çavan û nede pêş… dê Tirkiye li hevpeymanên nû bigere û peyda bike. Ango – Rûsya Îran û dibe hin welatên din jî wekî Çîn, Venezuela, hin welatên Efrîqe, Qeter….

Civîna Sêqolî li aliyek din, bi hin babetên gelek tevlîhev û girêk re jî, dê berbiçav were. Her yek ji Rûsya, Îran û Tirkiye-  berjewendiyên xwe dixwazin bidin pêş.

Wekî hebûna bandora Îranê li Sûriye!

Tê gotin ku, Rûsya di destpêkê de ligel Israîl û paşî ligel Amerika jî lihev kiriye ku, ew bandor bê lawazkirin. Moskow hewla lawaziya Îranê li Suriye dide! Ev helwêst bi daxwaza Tirkiye jî ye. Lê Îran di babetê de, gelek rijd e! Qurbanî da ye, bedelên giran ên fîzîkî û maddî da ye. Çawa dê lawazbûna xwe bipejîrîne?!

Rûsya ligel rejîma Suriye ber bi Operasyonek a kontrolkirina Idlibê ve diçe.

Tirkiye bû bû garantorê Opozisyonê, ku li Idlibê kom bibe. Niha dever dikeve bin êrîşan de û Tirkiye soza ewleyiyê li Idlibê dabû Opozisyonê. Ango Tirkiye ket navbeyna Xelo û Celo de. Li aliyekî parastina Idlibê, li aliyê din hevkar Rûsya êrîşî Idlibê dike!!! Ev helwêsta Rûsya ji alî xwe ve bi dilê Îranê ye jî… Ev babet bêguman, pirsek gelek serêş û aloz beramberî Sêqoliyê derdixe pêş…

Nêzîkahî û sekna Tehran, Moskow û Enqere girêdayî Rêvebiriyên Xweser jî destpê dike, ku bibe pirsgîrêkek aloz lipêş Sêqoliyê….

Baweriya min bi hevpeymaniyek domdar a Sêqoliyê nîn e.

Berjewendiyek demkî/konjokturel di navbeyna Sêqolî de hatiye pêş. Lê, dê ne domdar be û encam dikare zirarek berferehtir li pêwendiyên van dewletan bike…

Hewlêr, 17 Tebax 2018