Muxalefeta ne muxalefet a Tirkiye û Pirsa Kurd

Kurd24

Platforma polîtîk a Tirkiye, di qada siyasî û herweha ji raya giştî ya Kurdistanê re cihek berçav girtiye.

Ev nêzîkahî gelek sirûştî ye, jiber ku nirxandin û çareseriya pirsa Kurd/Kurdistanê, divê mijarek sereke ya siyaseta Enqere/Tirkiye be.

Herçend helwêsta nêzîkahî û çareseriya pirsa Kurd, di ast a xwe ya navxweyî û navneteweyî de rastî guherînên gelek mezin hatiye, lê qada siyasî ya Tirkiye, her di roja îroyîn bi xwe de – bi metodên kevnare û êrîşbar tevdigere û “çareseriyê” di ast a ewleyî de digre dest.

Desthilata îroyîn a Tirkiye, girêdayî nêzîkahiya pirsa Kurd ji çend proseyan ve derbas bû. Gihişte astek jî, ku Pirsa Kurd bi rêya diyalogê, diplomasî û danûstandinê bigre ber. Lê demek e, ev sekn hate terkkirin û metodên klasîk ên êrîşbar/xelandin/tade û bi çek tunekirin, hatin rojeva Tirkiye.

Ev sekna desthilatê ye.

Li Tirkiye “muxalefet” di vê nêzîkahiyê de her li pişt desthilatê cîh girt û piştgirî da. Demokrasî, xwedîderketin a nirxên demokrasiyê, çareseriya pirsgîrekan (bi taybet a Kurd/Kurdistanê) bi pîvanên mirovane, demokrasî, tu caran nebû sekna muxalefetê.

Bê fikrandin, yekser mirov dikare bibêje – Muxalefeta Tirkiye, di rastiyê de tu caran nekarî û nikare bibe muxalefetek rasteqîn, ji bo çareseriya pirsgîrekên welatê xwe.

Li cîhanê, li tu cîh an mixalefetek bi siyaseta parallel ligel desthilatê, bêyî helwêst û bername, bêyî projeyên çareseriyê, bêyî programek nêzîkahiya demokratîk û asoyek geş ji bo welatê xwe - ji bo pêşeroja gelê xwe, bêyî stratejiya konsenûs û aştiya civatî…sernekeftî ye. Ya mixalefeta Tirkiye, bi vê nêzîkahiyê, ji xwe tu caran sernakeve….

 

Jêrnot: Bala min herweha kişand, di dema seredana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiye de û pêşwazîkirina wî bi Al a Kurdistanê, medya nêzîkî muxalefeta Tirkiye cîh neda vê seredan a girîng bo Tirkiye jî. Sekna “fermî, statukoparêz, wesayetvanî” ya muhalefeta Tirkiye, diyardeyek e, ku ji navendek demokratîk û çareseriyê gelek, gelek dûr in…

Hewlêr, 28 Mijdar 2019