Analîzek di derbarê taybetiyên şoreşa milî ya Êlûnê de…

Kurd24

Meha Îlonê, meha Payizê ye. Di Payizê de rengê xwezayiyê tê guhertin. Pelên daran dikevin. Îlon di heman demê de ji bona zivistanê amadekarî ye. Meha Îlonê ji bona neteweya kurd jî, meheke pîroz e. Di meha Îlonê de “Şoreşa Milî ya Îlonê” hat li darxistin.

Loma jî di dîroka neteweya kurd û Kurdistanê de, hem meha Îlonê, him jî “Şoreşa Milî ya Îlonê” xwediyê ciyekî taybet e.

Şoreşa Milî ya Îlonê di 11ê Îlona 1961an de di bin serokatiya Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê de dest pê kir.

Wek tê zanîn li Başûrê Kurdistanê serihildanên milî domdar bûn

Li Başûrê Kurdistanê serhildanên milî  di dema Împeratoriya Osmanî de di bin serokatiya Şêx Ebdûlselam Barzanî de di despêka sedsala 20an de dest pê kir. Şoreşa Milî di destpêkê de encameke baş girt. Împeratoriya Osmanî mecbûr bû ku daxwazên Şêx Ebdulselam Barzanî qebûl bike. Daxwazên Şêx Ebdulselkam Barzanî di heman dem de li Kurdistanê jî reformên girîng bûn. Lê hezar mixabin wê serhildanê şikest xwar û Şêx Ebdûlselam Barzanî hat îdam kirin.

Lê serîhildanên milî li Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya Şêx Ehmed û Serok Mele Mistefa Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî de domand. Şêx Mehmûd Berzencî li Kurdistanê melikî îlan kir. Lê Melîkî ya Kurdistanê dirêj nedomand, Şêx Mehmûd Berzencî dîl hat girtin, sirgunî Hîndîstanê bû. Serhildana milî ya Barzaniyan jî şikest xwar. Serok Mele Mistefa Barzanî derbasî Rojhelata Kurdistanê bû.

Serok Mele Mistefa Barzanî li Rojhelata Kurdistanê jî xebat û xizmeta xwe ya milî domand. Di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de beşdarî damezrandina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê bû. Di hemandem de di dewleta Kurdistanê de bû serleşkerê giştî û xizmetî dewletê kir.

Feqet jiyana Dewleta Kurdistanê dirêj nebû. Serokdewletê Kurdistanê biryar da ku bi gel bimîne, êrîşa milîter û leşkerî ya dewleta Îranê zêde zerar nede gelê kurd. Serok Mele Mistefa Barzanî jî bi îzina Pêşewa Qazî Mihemed, 500 hevalên xwe ve di şertên gelek dijwar, li hemberî hêzên Îranê û Dewleta Tirk bi şerkirinê derbasî Yekîtiya Sovyetan bû.

Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî di şertên gelek zehmet de li yekîtiya Sovyetan jiyana xwe û xebata xwe ya kurdewarî û milî meşandin.

Serok Barzanî û hevalên wî dema li yekîtiya Sovyetan bûn, di sala 1958an de li Iraqê desthilatdarî hat guhertin, Ebdûlkerîm Qasim desthilatdarî wergirt destê xwe.

Ebdulkerîm Qasim biryar da ku li Iraqê guhertinê li darxe. Reformekê li Iraqê pêk bîne. Li Iraqê guhertina û reforma mezin jî, hebûn û mafên kurdan pejirandin bû.

Ebdûlkerim Qasim jî di destpêkê xwest vê yekê bike. Di makezagonê de guhertin çêkir. Di makezagonê de hebûna du neteweyan hat pejirandin. Di Makezagonê hat pejirandin, ku “Iraq ji du neteweyan (Neteweya Kurd û Ereb) teşkîl dibe. Du ziman (zimanê kurdî û erebî) jî li Iraqê dibin zimanê fermî.”.

Ji bona ku ev guhertina bingehî bixe jiyanê jî, divê bi kurdan û berpirsiyarên kurdan re li hev bike. Loma jî ji Serok Mele Mistefa Barzanî daxwaz kir ku ew vegere Iraqê û Kurdistanê.

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, piştî danûstandin bi PDKê û bi dostên kurdan re, di sala 1958an de di ser Misirê re, bi wateyekê bi garantoriya Misirê vegeriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê. 

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî piştî ku vegeriyan Iraqê û Başûrê Kurdistanê aşkere xebata xwe ya milî û partiyê meşandin.

Ebdûlkerimn Qasim, demekê, 2 salan ji biryarên xwe re girêdayî ma. Lê pişt re ji bona makezagon di jiyanê cî negre, dest bi xebatê kir.

Di wan şertan de jî Serok Mele Mistefa Barzanî û berpirsiyarên PDKê xebata xwe bi xurtî kişandin Kurdistanê. Li wir dest bi amadekariyê kirin. Lewra wan baş dizanî ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê dê êrişî wan bike.

Di encamê de jî wûsa bû. Wê demê Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê biryar dan ku şoreşê li dar bixe. Encama vê biryarê di 11ê Îlona 1961an de Şoreşa Mİlî ya Îlonê dest pê kir.

Şoreşa Milî ya Îlonê,  ji şoreşên milîn yên Kurdistanê  xwediyê taybetiyên gelek cûda ye. Ezê wan taybetiyan pêşkêş bikin. Li ser wan taybetiyan analîzan bikim.

ŞOREŞA MILÎ YA ÎLONÊ:  ENCAMA SERHILDANÊN MILÎ YÊN KURDİSTANÊ Û MÎRASA DEWLETA KURDİSTANÊ YA MEHABADÊ YE…

Neteweya kurd, 2 sed sal e ku ji bona çarenivîsiya xwe û dewleta xwe ava bike xebat û têkoşîna millî dimeşîne. Dema ku Şoreşa milî ya Îlonê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, 150 sal bû ku têkoşîna neteweya kurd ji bona çarenivîsiya xwe dom dikir.

Xebat û Têkoşîna milî ya neteweya kurd pêşî di sînorên İmperatoriya Osmanî û Farisî de li du beşên Kurdistanê; pişt re jî di sînorên çar dewletên kolonyalîst yêb ereban, tirkan farisan de, di her beşên Kurdistanê de ev têkoşîna mîlî û xebata kurdî hat meşandin; tevgeera Kurdistanê hat rêxistin kirin.

Şoreşa Milî ya îlonê, di sala 1961an de li ser bingeh û ceribandinên serhildan û têkoşîna milî yên Kurdistanê qewimî. Di Şoreşa Milî ya Îlonê de, nefesa Serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî, MÎrê Botan, Simko Axayê Şikakî, serhildana 1925an, ya di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî de hatiye meşandin, Serhildana Agriyê ya ku di bin serokatiya Îhsan Nûrî Paşa de hatiye meşandin, heye. Şoreşa Milî ya Îlonê ji van hemû tevgerên milî û serhildanên milî sûd wergirt.

Şoreşa Milî ya Îlonê encama ceribandin, çanda Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê ye.                              

ŞOREŞA MİLÎ YA ÎLONÊ ENCAMA AMADEKARİYEKE MEZIN QEWIMÎ…

Şoreşa Milî ya Îlonê çewa ku encama xebat û “têkoşîneke dîrokî û dirêj e; di heman dem de encama amadekariyeke mezin e jî.

Ji bona Şoreşa Milî ya Îlonê amadekariyeke mezin hebû. Amadekariya mezin ew bû ku cara yekemîn bû ku Li Başûrê Kurdistanê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) di sala 1946an hat avakirin. Partiyê li welêt xebetake gelek xûrt û gelemperî û milî û rasyonel meşand.

Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî li Yekîtiya Sovyetan û di qada navneterweyî de xebatek xûrt û bi plan meşandin.

Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî piştî ku di sala 1958an de vegeriyan welêt; Serok Barzanî û PDK bi hev re ji bona ku li Kurdistanê desthilatdarî ava bikin, him li Kurdistanê û him jî li navenda Iraqê Baxdatê xebateke xûrt meşandin. Hikûmeta Navend re danûstan li ser desthilatdarbûna Kurdistanê û serwweriya neteweya kurd kirin.

Di wê qonaxê de di Makezagona Iraqê de guhertinek gelek mezin û dîrokî çêkirin. Ji bona ku ew guhertin û makezagona nû bixin jiyanê xebeteke bêhempa Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê bi hev re xebetek meşandin.

Şoreşa Milî ya Îlonê encama vê xebata xûrt û bi plan û rasyonal e.

ŞOREŞA MILÎ YA ÎLONÊ DI BİN PÊŞENGEKÎ Û RÊXİSTINEKE NÛ DE HAT LI DAR XISTIN…

Şoreşa Milî ya Îlonê, ji şoreş û serhildanên Kurdistanê yên beriya wê, ji aliyê pêşengiyê de jî xwediyê ferqeke mezin bû.

Şoreşa Milî ya Îlonê, di pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî de hat meşandin. Ew serokekî demê nebû. Ew serokê hemû deman bû. Ew di gelek şoreş û di avakirina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê de hatibû pijandin û bibû xwediyê ceribandin. Ew beriya Şoreşa Milî ya Îlonê jî, her dem li pêş û serok bû.

Serok Mele Mistefa Barzanî ew domdariya serokatiya xwe piştî Şoreşa Milî ya Îlonê jî domand.

Loma jî Şoreşa milî ya Îlonê bi pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî xwediyê şanseke mezin bû. Wê şansê bi serkeftinê û zora dijmin birinê û bi avakirina Otonomiya Kurdistanê xwe diyar kir.

Şoreşa Milî ya Îlonê, ji şoreşên din yên Kurdistanê ji aliyê rêxistinî de jî xwediyê şans û ferqeke mezin bû. Yekemnîn car bû ku şoreşeke milî ya Kurdistanê di pêşengiya partiyekê (PDKê) tê meşandin.

Pêşengiya partiyê, serokatiya Şoreşa Milî ya Îlonê guhert. Bi wasitaya PDKê pêşengiya Şoreşa Milî ya Îlonê li  Kurdistanê ji hemû berpirsiyarên beşên civatê teşkîl kir.

PDKê, zora dijmin, xiyanete 66an, hêza navneteweyî bir, neteweya kurd li Kurdistanê bi statuya Otonomiyê kir desthilatdar û serwer.

Piştî têkçûna 1975an jî dîsa ji Şoreşa Milî ya Kurdistanê û Şoreşa Milî ya Gulanê re jî pêşengî kir.

ŞOREŞA MİLÎ YA ÎLONÊ ZORA XIYANETA 1966AN BIR…

 Wek tê zanîn hezar mixabin di sala 1964an de di nav PDKê cûdabûn çêbû.

Ew grûba ji Serok Mele Mistefa Barzanî û navenda PDKê veqetiya, ku di bin serokatiya îbrahîm Ehmed û Celal Telabanî de xebata xwe didomandin, çûn bi desthilatdariya kolonyalîst û faşıst û totalîter ya Baasê re tîfaq kirin. Li dijî Şoreşa Milî ya Îlonê şer kirin.

Ew li hemberî PDKê û Şoreşa Milî ya Îlonê serkeftî nebûn. PDKê û Şoreşa Milî ya Îlonê. zora wan bir.

Dema ku desthilatdariya Baasê bi Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê re li hev kir, Preymana 11ê Adara 1970yî îmza kir, neteweya kurd bi statuya Otonomiyê bû desthşilatdar û serwer; ew grûba xiyanetê wek Grûba Xiyanetê ya Kerkukê li qadan nikarîn bi serbestî bigerin. Gel ew rezîl û ruswa kirin. Dikarim bibêjim ku gel, jiyana siyasî yên gelekên wan dawî anî.

CARA YEKEM BÛ ŞOREŞEKE MİLÎ YA KURDİSTANÊ, ZORA DEWLETÊ Û DESTHİLATDARİYA DEWLETÊ Û DOSTÊN WAN BIR: AŞKERE YE KU ŞOREŞA MILÎ YA ÎLONÊ ZORA DÎKTATORIYA BAASÊ Û YEKÎTIYA SOVYETAN BIR.

Hemû şoreşên milî û serhildanên Kurdistanê li hemberî Împeratorî û dewletên kolonyalîst serkeftî nebûn. Li hemberî dewletan şikest xwarin.

Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, encama şoreşeke çekdar ne, xebateke siyasî, gor konjoktura wê demê, bi bi piştgiriya û heta dikarim bibêjim ji bona berjewendiya Yekîtiya Sovyetan De Facto ava bû.

Lê Şoreşa Milî ya Îlonê di vê mijara stratejîk de qedera neteweya kurd guhert. Li hemberî dewletê serkeftî bû, zora dewletê û dostên wan Yekîtiya Sovyetê bir.

Dewleta Iraqê û desthilatdariya Baasê mecbûr bûn ku bi Şoreşa Milî ya Îlonê û Serok Mele Barzanî û PDKê re Peymana Otonomiya Kurdistanê di 11ê Adara 1970yî de bipejirîne.

ŞOREŞA ÎLONÊ ŞOREŞEKE MILÎ, DÎROKÎ, CIVAKÎ, GELEMPERÎ, DEMOKRAT, SERKEFTÎ YE…

Şoreşa Milî ya Îlonê bi her awayî û bi hemû rengên şoreşeke milî bû û îradeya gelê Kurdistanê temsîl dikir.

Loma jî xwediyê taybetiyeke dîrokî bû.

Şoreşa Milî ya îlonê, şoreşeke civakî û gelemper bû. Hemû beşên kurdan; mîr, şêx, axa, serokeşir, mele, gundî, karker, rewşenbîr,  jin, mêr, ciwan û kal, beşdar û piştgirê Şoreşa Milî ya Îlonê bûn. Her kurdekî ev şoreşa, şoreşa xwe nas kir. Ji bona wê gelek bi hêsanî fedekarî kirin û canê xwe fêda kirin.

Loma jî şoreşeke gelek demokrat bû. Di navbeyna partî û serokatî û gel de hîyerarjiyek tune bû. Serokatiya Şoreşa Milî ya Îlonê gel bû, gelê kurd Serokatiya şoreşê bûn. Gel, gelek bi rehetî û bi azadî rexneyên xwe  ji serokatiya şoreşê re dikir û kêmasiyên wan digot.

Şoreşa Milî ya Îlonê ji şoreşên din ferqtir serkefı bû. Şoreşa milî ya Îlonê neteweya kurd, di statuya Otonomiyê de kiı serwer û desthilatdar kir. Otonomiya Kurdıstanê ava kır.

Her çiqas desthilatdarî bi destê PDKê jî dihat meşandin, di Otonomiya Kurdistanê rejîm û desthilatdariyeke demokrasiya civakî hebû.

ŞOREŞA MILÎ YA ÎLONÊ DOMAND: JI ŞOREŞE MİLÎ YA GULANÊ DERFET ÇÊKIR Û BİNGEHA DEWLETA FEDERA YA KURDISTANÊ AVA KIR.

Amed, 17. 09. 2018