Paraşutbazê Kurd ji bo Kurdistaneke serbixwe dê li Hewlêrê bifire

Tarik Ayebe amadekariyan dike ku bi werzîşa xwe piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê jî bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Dêrika Çiyayê Mazî

Li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, xwezaya guncav rê dide ku gelek cureyên werzîşên xwezayê werin kirin. Yek ji van werzîşan jî Paraşûtbazî ye ku ji aliyê welatiyê bi navê Tarik Ayebe ve hatiye destpêkirin. Tarik Ayebe amadekariyan dike ku bi werzîşa xwe piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê jî bike.

Ev der; Dêrika Çiyayê Mazî ya navçeya Mêrdînê ye. Li vê navçeya rengîn van rojan werzîşek tê kirin ku xweza jî ji bo vê werzîşê gelek guncav e. Bayê kur ê ku ji vê navçeyê kêm nabe, ji bo paraşutbaziyê derfetên baş derdixe holê. Werzîşvanê bi navê Tarik Ayebe ku ji biçûkiya xwe ve meyla wî li ser firînê bûye, piştî ku li Antalyayê hînî firîna bi paraşutê dibe, dixwaze vê werzîşê bibe Dêrika Çiyayê Mazî. Tarik Ayebe diyar dike ku ew bi firînê, xwe bêhtir azad û bi aram hîs dike.

Paraşutbazê Tarik Ayebe ji K24ê re got: "Ez li Fethiye ya Antalyayê hînî firînê bûm. Pêşiyê min perwerde ya firînê dît û paşê jî ez serbixwe firiyam. Ev sê sal in ku ez difirim. Ji bo firînê divê lez a bayê guncav be û hemû kontrol werin kirin."

Tarik Ayebe dixwaze paraşutbaziyê li Dêrika Çiyayê mazî bide nasîn û belav bike; lê ji bo vê yekê jî amaje dike ku pêwîstiya wî bi piştgirî û derfetan heye da ku ciwanên Dêrika Çiyayê mazî jî hînî vê werzîşê bibin. 

Tarik Ayebe dibêje: "Xwezaya Dêrikê bo firînê gelek guncav e. Lê divê derfet û şertên me hebin. Niha pêdiviya me bi piştgiriyê heye. Ji bo ku xortên me werin perwerdekirin divê perwerde ye rêk û pêk were dayîn."

Tarik Ayebe dide zanîn ku ew ê ji bo piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di 25'ê Îlonê de li Hewlêrê be û bi Alaya Kurdistanê li asîmanên Hewlêrê bifire. Ayebe dibêje ji bo k udi qada navneteweyî de werzîşa Kurdan jî xwedî nasname be pêwîste ku piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê were kirin.