Di rakirina giraniyê de Kurdek bû yekemê cîhanê

Ciwanekî Kurd yê bi navê Omêd Herdewan Heyder ku xelkê parêzgeha Helebçe ye, pileya yekem di Qehremaniya Vekirî ya Cîhanê ya Federesyona Rakirina Giraniyê de bidest xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwanekî Kurd yê bi navê Omêd Herdewan Heyder ku xelkê parêzgeha Helebçe ye, pileya yekem di Qehremaniya Vekirî ya Cîhanê ya Federesyona Rakirina Giraniyê de bidest xist.

Qehremanî di rojên 16 – 18ê Mijdarê li Moskoyê bi beşdariya 600 yarîzanan ji hejmarek welatên cîhanê birêve çû.

Di qehremaniyê de, ciwanê Kurd Omêd Herdewan di kêşeya 75 K.G de wî karî 215 K.G rake û bibe yekem li ser astê cîhanê di kêşeya xwe de.

Ligel wê jî, Omêd Herdewan li ser astê hemû kêşeyên gencan ên di navbera (20 -23) saliyê de jî bû yekemê cîhanê.

Omêd Herdewan xwedî bawernameya Mastir di “deadlift” a taybet bi rakirina giraniyê de ye û kêşeya wî 73 K.G e û karî 215 K.G rake.

 

S. B