Bazdan a dawî ya Bolt bi şkestinê bidawî hat

K24 – Navenda Nûçeyan

Navê efsanewî yê atletizmê Osein Bolt di pêşbirka dawî ya bazdanî ligel tîma xwe ya neteweyî rastî şkestinê hat û bêyî ku bazdana xwe bidawî bîne, ji pêşbirkê vekişiya.

Di pêşbirkên Londonê yên atletizmê de Bolt diyarkiribû, ev dawî pêşbirkên wî ne. Hêzkiriyên atletizmê bihêvî bûn Bolt bi serkeftinê bazdanên xwe yên dawî encam bide, lê Bolt nekarî bi encamên berz pêşbirkê bidawî bî ne.

Bolt di çendîn salan de bileztirîn atletê cîhanê di bazdanên 100 metrê û 200 metrî de bû û rekora cîhanê di destê wî de ye.