Îro Mondiala 2018 li Moskoyê dest pê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro çapa 21emîn ya Cama Cîhanê a Topapê (Mondiala 2018) li Rûsyayê bi yariya Rûsya û Siûdiye li Moskoyê di demjimêr 18.00 bi dema Moskoyê dest pê dike.
Her çar salan Cama Cîhanê a Topapê li welatekî bi rê ve diçe, xula bûrî di sala 2014an de li Brazîlê bi rê ve çûbû, tê da hilbijardeya Almanyayê di yariya dawî de biser Arjentina ket û cama cîhanê hilgirt.
Li Rûsyayê 32 hilbijardeyên welatên cîhanê rikaberiyê dikin. Îro yariya destpêkê di navber hilbijardeyên Rûsya xwediyê xakê û Siûdiyê de li ser yarîgeha luzhniki a Moskoyê di demjimêr 18.00 bi dema Moskoyê dest pê dike.
Yariya dawiyê jî li Moskoyê li ser heman yariya luzhniki a Moskoyê di roja 15ê Tîrmehê de bi rê ve diçe.
Li gor pispor û şopînerên mondialê, tê çaverêkirin di çapa îsal de yek ji van hilbijardeyan Brazîl, Almanya, Fransa, Spanya û Arjentîna Cama Cîhanê hilgirin.
S. B