Dalkurd pêşengê Superettan e

Dalkurd, ku xwedî hezkiriyên ji her aliyê Kurdistanê ye, cara yekem pêşengiya Superattan a Swêdê bidest xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma Kurdên Swêdê Dalkurd, ku xwedî hezkiriyên ji her aliyê Kurdistanê ye, cara yekem pêşengiya Superattan a Swêdê bidest xist.

Biser bêşensiyên xwe di maç a xwe ya li derve hember Helsingorg ku 2:2 bidawî hat, bi cewaziya golan û 47 xalan bû xwediyê  rêza yekem a Superattan.

Maç a Dalkurd hemberî Helsinborg bi temamiya lîstikê di bin control û bandora Dalkurd de birêve çû. Lê di xûleka 41an de Robin Tranberg, bi netêgihiştinek di navbeyna wî û golparêzê Dalkurd Frank Petersson de bi serî gol avêt qele xwe û Helsinborg bêyî ku lîstikek baş bike 1:0 da pêş.

Di xûleka 55an de Dalkurd gola wekheviyê bi rêya Yukiya Sugita anî. Di xûleka 71an de jî Dalkurd gola serkeftinê bi rêya Peshraw Azizi anî.

Heta xûleka 90+5an jî yariyê weha domand, di saniyeya dawî ya lîstikê de Helbinborg gola wekheviyê avêt û maç 2:2 bidawî hat.

Lê jiber cewaziya Golan Dalkurd dîsa rêza yekem a Super ettan bidest xist.

Rewşa Superettan piştî 22 lîstikên bi vî şeweyî ye:

 

 

1

Dalkurd FF

22

30

47

2

Brommapojkarna

22

26

47

3

Trelleborgs FF

22

17

39

4

Falkenbergs FF

22

11

37

5

Helsingborgs IF

22

-2

36

6

Östers IF

22

7

35

7

Degerfors IF

22

1

32

8

IFK Värnamo

22

4

29

9

GAIS

22

-8

27

10

Örgryte IS FF

22

-17

26

11

Varbergs BoIS FC

22

1

25

12

Norrby IF

22

-14

25

13

Gefle IF

22

-10

22

14

Syrianska FC

22

-12

21

15

Åtvidabergs FF

22

-23

20

16

IK Frej Täby

22

-11