Malbata lîstikvaneke cîhanî ji bo Fethula Gulen xwe jê berî kirin

Gotin bila Fethula Gulen bavê wî be.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Malbata Enes Kanter ko yek ji wan basketbolîstê navdar ê dinyayê ye bi hinceta pêwendiya wî  bi Fetûllah Gûlen re heye kûrê xwe red kirin.  Li ser vê yekê Enes Kanter ragihand bila ew û binemala wî fedayê Fetûllah Gûlen bibin. Êdî bavê wî Fetûllah Gûlen e.

Enes Kanter. Ew ji xelkê bakûrê Kurdistanê û yek ji wan basketbolîstên navdar ê cîhanê ye. Lêbelê navê Enes Kanter di demên dawî de ji basketbolê zêdetir bi mijarên siyasî re derdikeve pêş. Lewra ew dildarekî Rêberê Tevgera Xizmetê Fetûllah Gûlen e.

Li Tirkiyeyê piştî hewla derbeya leşkerî operasyonên li dijî Tevgera Xizmet ango Tevgera Fetûllah Gûlen destpêkir wî nerazîbûnek tûnd li hemberî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan nîşan da. Di vê çarçoveyê de bavê Enes Kanter Mehmet Kanter ko li Zanîngeha Medenîyetê Profesor bû ji kar hate dûrxistin. Piştî çend rojên jî bi destnivîsekî diyar kir ko êdî Enes Kanter ne kûrê wî ye û ew ji Serokomar Erdogan û xelkê Tirkiyeyê lêborîna xwe dixwaze.

Li ser vê yekê Enes Kanter duh, derengê şevê ji hisaba xwe ya twîtirê û îmzeya bi navê Gûlen ragihand ku wî malabata xwe ya 24 salan winda kiriye.

Dayik û bavê min ez red kirime. Xizmû birayên min êdî naxwazin min bibînin. Lêbelê bila hezar Enes Kanter û malbat û hemû binemala wî fedayê riya Fetullah Gûlen be. Bila Xwedê emrê min bistîne bide û bide seydayê min ê egîd Fetullah Gûlen. Bila bihûşta min fedayê doza seydayê min ê xoşewîst be. Êdî xwîşk û birayên min dildarên Tevgera Xizmetê, dayik û bavê min jî Fetûllah Gûlen e.

Enes Kanter xelkê bajarê Wanê navçeya Erdîşê ye. Wekî piraniya malbatên kurdan ew jî malbatek qelebalix in û 4 xwîşk û 6 birayên wî hene. Ew niha li Amerîkayê li lîga NBAyê di tîma Oklahoma Cityê dileyîze û yek ji wan basketbolîstên bi nav û bang ê dinyayê.