Şampiyonê cîhanê yê futbolê îro eşkere dibe

Îro bi demjimêr a Hewlêrê 18:00 an li staiuma Luzhniki a paytexta Rûsyayê Moskow, hilbijardeyên Fransa û Kroatia tên beramberî hevûdu, serkeftiyê vê lîstikê dibe Şampiyonê Cîhanê yê Futbolê

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro bi demjimêr a Hewlêrê 18:00 an li staiuma Luzhniki a paytexta Rûsyayê Moskow, hilbijardeyên Fransa û Kroatia tên beramberî hevûdu, serkeftiyê vê lîstikê dibe Şampiyonê Cîhanê yê Futbolê.

Ev final yekem finak a Kroatia û duyem final a Fransayê ye. Lîstik dê ji alî Nestor Pitana, Hernan Maidana û Juan Pablo Belatti yên Ajentînî bê îdare kirin.

Tê çaverêkirin her dû hilbijarde bi van lîstikvanên derkevin yarîgehê.

Di lîstika duhî ya rêza 3emîn a cîhanî de, Belçika bi 2:0 hemberî Ingilistanê serketibû.

Fransa: Lloris; Pavard, Varane, Umtiti, Hernandez; Pogba, Kante; Mbappe, Griezmann, Matuidi; Giroud.

Hırvatistan: Subasic; Vrsaljko, Lovren, Vida, Strinic; Rakitic, Brozovic; Rebic, Modric, Perisic; Mandzukic.

 

C.B