Amedspor: Em rastî helwestên nijadperestî tên

Di yariyên derveyî Diyarbekirê de Amedspor rastî êrîşên nijadperestî tê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku derbarê 4 yarîzanên Amedsporê de ji ber bûyerên yariya Amedspor – Sakaryasporê, lêpirsîn hat despêkirin û ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve Amedspor wek hedef hat nişandan, Serokê Amedsporê Alî Karakaş ji Kurdistan24ê re amaje kir, di yariyên derveyî Diyarbekirê de ew rastî êrîşên nijadperestî tên, lê çapameniya Tirkyeyê qet cih nade mexduriyeta wan, lê li Diyarbekirê bûyereke biçûk jî biqewime çapemenî demildest Amedsporê dike hedef.

Serokê Amedsporê Alî Karakaş ji Kurdistan24ê re got: “Di yariya ku li Sakaryayê hatiye leyîstin de mixabin rêveber û lîstikvanên me rastî tundûtujiyê hatin. Lê ev yek qet di çapemeniyê de cih negirt. Dema ku em li yariya ku li Diyarbekirê hatî lîstin dinerin em dibînin ku di gelek yariyan de bûyerên wiha diqewimin, lê dijî tîma me polîtîkayên reşkirinê tên meşandin. Ev yek jî bi rêya çapemeniyê tê kirin. Em vê yeke qebûl nakin. Ji ber Amedspor her dem di yarîgehan de dostanî û biratî parastî ye. Lê dema mijar dibe Amedspor em dibînin ku Federasyona Fotbolê bi her cûreyî sizadanê li hember me pêk tîne. Ev 3 sal in em rastî kiryarên wiha tên. Di yariyên derveyî Diyarbekir de li dijî me diruşmeyên nijadperestî tên berzkirin. Eger em liv î welatî bi hev re dijîn divê tehemmula me jî bikin.”