Kurdekî Efrînî bi navê Kurdistanê bûye Yekemê Ewropa ye

Rebîh Reşo bi navê Kurdistanê beşdarî Qehremaniya Master a Ewropayê bû û pileya yekem wergirt.
kurdistan24.net

 

K24 – Almanya

Kurdekî Efrînê yê bi navê Rebîh Reşo çend salan li Sûriyê qehremanê Kik Boxsingê bû, 5 sal in jî li Almanya dijî, sala par li Qehremaniya Master a Ewropayê bi navê Kurdistanê beşdar bû û pileya yekem bidest xist. Rebîh Reşo biryar daye êdî bi navê Kurdistanê beşdarî qehremaniya cîhanê bibe.

Qehremanê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Rebîh Reşo ji K24ê re got: “Ji sala 2005 û heta 2013an her demy an pileya yekem yan ya duyem li ser asta Sûriyê bidest dixist. Li Ewropa jî di Qehremaniya Master de min bi navê Kurdistanê beşdar bûm û min pileya yekem bidest xist.”

Herwiha Rebîh Reşo got: “Min ji Serokê Yekîtiya Kîk Boxsingê re got ku ez dixwazim bi navê Kurdistanê beşdarî qehremaniyê bibim, wî got ti pirsgirêk tune ye, lê divê tu li ser hesabê xwe beşdar be. Ez di nava Ereban de gelekî navdar im, lê mixabin di nava miletê xwe de nenaskirî me.”

Rebîh Reşo li ser navê Libnanê dibe Qehremanê Yekem. Sala 2014an li ser navê Almanya di Qehremaniya Kik Boxsingê Cîhanê li Tirkiyê jî dibe Qehremanê Yekem, ji ber wê destkefa werzişî Serokê Sûriyê Beşar Esed spasnameyekê jê re birê dike, lê ew wê spasnameyê red dike û dibêje ez ji bo Sûriyê nalîzim û êdî bi nav Kurdistanê beşdar qehremaniyan dibe û ala Kurdistanê bilind dike.